CivakRojev

PDK pîrozbahî li YNK kir

Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi minasebeta 48emîn salvegera Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) peyamek belav kir.

Di daxuyanîya PDK de “Em bi minasebeta 48emîn salvegera damezrandina Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê, pîrozbahîyê li serkirdayetîya YNK, hemû endam û alîgîrên wê dikin” hat gotin.

Di daxuyanîyê de hat gotin: “Bi vê minasebetê, ji bo rûbirûbûna kêşeyên qonaxa niha, parastina mafên welatîyan û parastina statu û destkeftên navçeyê em teqezî li ser hemahengî, yekrêzî û dostanîya hemû hêz û alîyên siyasî yên Kurdistanê dikin “.

Back to top button