
Serkonsûlê Tirkîyê yê li Hewlêrê Mewlûd Yakut serdana Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir.
Yakut di çarçoveya serdana xwe de bi Endamê Mekteba Siyasî ya Partîya Demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî re civîya. Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya heyî û berjewendîyên hevpar ên Rêveberîya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyanîya Serkonsolosxaneya Tirkîyê de wiha hat gotin: “Li ser rewşa siyasî ya niha û berjewendîyên hevpar li gel Endamê Mekteba Siyasî ya PDK Fazil Mîranî hevdîtînek bi bandor pêk hat. Em spasîya birêz Mîranî dikin ku mazûrvanîya me kiriye”.