Polîtîk

PDK: Me bi zelalî ji hemû partiyan re gotiye hilbijartin dê bên kirin

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweyîlî ragihand ku, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê di dema xwe de bên kirin û paş nakevin, ku PDK ev yek bi zelalî ji hemû partiyên siyasî re gotiye. Herwiha derbarê rêkeftina Kurdan ligel aliyên Iraqî ji bo avakirina hikûmeta Iraqê, tekez kir ku PDK û YNK li Bexdayê hewl didin ku bibin hevpeymanê wî aliyê ku mafên Kurdistanê nas dike.PDK serdana partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û ji wan re gotiye, hilbijartin dê di wexta xwe de birêve biçin.Derbarê vê pirsê, Hoşyar Sîweylî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hilbijartin dê di wexta xwe de birêve biçin û bi ti awayekî nayên paşxistin. Ev helwesta fermî ya PDKê ye. Goran daxwaz ji PDKê kiriye ku hilbijartin neyê kirin. PDK rijd e li ser helwesta xwe ku hilbijartin bê kirin, ji ber ku beriya niha hilbijartin 2 caran hat paşxistin. Pêwîst e hikûmet û parlamentoya Kurdistanê bên nûkirin.”Wî berpirsê PDKê wiha got: “Hilbijartin proseyeke demokratîk e û em fêm nakin ew partiyên siyasî yên ku dibêjin em daxwaza demokrasiyê dikin, çawa dijatiya hilbijartinan dikin. Lewma jî çawa mabe pêwîst e hilbijartin di wextê xwe de bê kirin. PDK ew yek bi zelalî ji hemû partiyên Kurdistanê re gotiye.”Derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê jî, Sîweylî wiha got: “PDK û YNK daxwazên Kurdistanê gihandine aliyên siyasî yên Iraqê. Kîja alî jî itîrafê bi mafên Kurdistanê bike, emê bibin hevpeymanê wî.”

Back to top button