PDK li Bakur ber bi yekitiyê ve diçe

24-01-2015 li bajarê Batmanê  însiyatîfa Yekîtîyê li otele Mesa  bi siyasetmedarên Kurd ‘ra li ser rewşa  siyasete  bakurê Kurdistanê û  bi gelemperî  li ser parçe buna  PDK  yî yên li bakur  civînek li dar xistin.

Di civînê de li ser tradesyone rêbaza netewî û demokrat û çareserîye parçe bûne PDK yÎ yên li bakurê Kurdistanê gelek pêşniyar  û helvestên hêja hatin gengeşekirin.

Di vê civîne hêja  de misyona însîyatîfa yêkîtîyê ji alî beşdaran ve hata pîrozkirin.Xabat û civînên li ser yekîtiyê ku ji alîyê însiyatîfa Yekîtîyê ve tên kirin ji hemû aliyan ve  erênî hate dîtin û bi yek dengî hate  pajirandin.

Beşdaran  piştgirîye  xwe dana dîyar kirin.

Em jî veke însiyatîfa Yekîtîyê, spasî yê xwe ji qadr bilindîye  beşdaran re dîyar dikin.25-01-2015

KOMİSYONA ÎNSİYATÎFA YEKÎTİYÊ

  

Ahmet Acar berdevkê Komisyona Yekitiya PDK-Bakur

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: