Polîtîk

PDK: Kerkûk dagirkiriye

YNKê hewlên xwe zêde kirin, daku encûmena paêrzgeha Kerkûkê di çend rojên bihê de bicive û parêzgarekî bû hilbijêre. Berpirsên YNKê yên li Kerkûkê dibêjin, ew li gel Ereb û Tirkmenan hewla çalakkirina encûmena parêzgehê û asayîkirina rewşa Kerkûkê didin, lê PDK dibêje,  Kerkûk dagîrkirî ye û di demeke nêzîk de zehmet e ku rewşa wê asayî bibe.PDK û YNKê di meha derbasbûyî de li ser asta polîtboruyan komîteyek jibo çalakkirina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û danîna parêzgarekî nû ji bo wê parêzgehê pêk anîn, lê heta niha ti encamek ji wê komîteyê derneketiye.YNKê dibêje, ew li gel aliyên Tirkmen û Ereb di hewldanê de ne, ku bikarin parêzgarekî nû di nav encûmena parêzgehê de hilbijêrin û êdî her tişt li Kerkûkê asayî bibe, lê PDKê dibêje, haya wan ji wan hewlên YNKê nîne û ew bawer nakin ku di demeke nêzîk de rewşa Kerkûkê asayî bibe.Ew li benda hikumeta nû ya Iraqê ne, ku çawan pêngavan ji bo asayîkirina rewşa wê parêzgehê bihavêje.Hewlên ji bo çalakkirina encûmena parêzgehê û diyarkirina parêzgarekî nû bo Kerkûkê berdewam in. Niha hewl tê dan, ku di çend rojên bihê de encûmena parêzgehê bicive.Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê Kerkûk bi cih hiştiye û li Hewlêrê bi cih bûye, bi fermî birîkarnameyek ji bo Irfan Kerkûkê, endamê Lîsteya Birayetî şandiye, daku kar û erkên wî di encûmena parêzgehê de pêk bîne.Tevî hewldanên YNKê, lê belê zehmet e ku parêzgarê nû di nava encûmena parêzgeha Kerkûkê de were hilbijartin, ji ber ku zehmet eku Ereb û Tirkmen razî bibin.Cîgirê Berpirsê Melbenda YNKê li Kerkûkê, Rewend Mela Mehmûd ji Rûdawê re dibêje: “Meha bihorî di civîna herdu polîtboruyên PDK û YNKê de komîteyeke çar kesî bo asayîkirina rewşa parêzgehê û danîna parêzarekî nû bo wê parêzgehê hat pêkanîn, ku endamên YNKê yên di komîteyê de ji Rizgar Elî û Xalid Şuwanî pêk tê û endamên PDKê jî ji Mihemed Kemal û Mihemed Xurşîd pêk tê. Komîteya navhatî ji roja pêkanînê ve heta niha tenê civînek encam daye.”Serokê Lîsta Birayetî di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, Mihemed Kemal ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Em di vê baweriyê de ne ku hikûmeta Heyder Ebadî şiyana çareserkirina kêşeyên Kerkûkê nîne, em li benda pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ne, çimku heta ku rewşa Kerkûkê neyê asayîkirin, PDK venagere Kerkûkê û karûbarên rêveberiyê asayî nabe.”Serokê Lîsta Birayetî herwiha behsa wê jî kir, ku haya PDK ji hewlên YNKê yên bo çalakkiirna encûmena parêzgehê û danîna parêzgarekî nû nêne.Piştî êrişa hêzên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê bo ser Kerkûkê, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li ser pişka YNKê , Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li ser pişka Yekgirtû, çendîn berpirsên îdarû û ewlehiyê yên wê aprêzgehê tevî endamên encûmena parêzgehê ji Kerkûkê derketin û li Hewlêrê nîştecih bûn.PDK bi berdewamî dibêje, ku Kerkûk hatiye dagîrkirin û tekez dike, heta ku rewşa Kerkûkê neyê asayîkirin, ew venagerin wê parêzgehê.

Back to top button