PDK û Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) ragihandin, divê hilbijartinên Kurdistanê di wextê xwe de bên kirin. Berdevkê PDKê jî ragihand, hinek alî ji dengên gel ditirsin ji ber wê jî newêrin bi fermî daxwaza paşxistina hilbijartinan bikin.Şandeka PDKê bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî îro bi Emîrê Komel Elî Bapîr re hevdîtin kir.Piştî hevdîtinê, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed û Berdevkê Komelê Ebdulsetar Mecîd daxuyanî dan.Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed li ser naveroka civînê axivî û go: “Me bi hevalên Komel re behsa pêkanîna hikûmeta Iraqê û hilbijartinên Kurdistanê kir. Di mijara hilbijartinên Kurdistanê de Komel jî mîna me hizir dike. Ew jî dixwazin hilbijartin di wextê de were kirin û êdî temenê parlamentoyê neyê dirêjkirin.”Li ser wan partî û aliyên ku daxwaza paşxistina hilbijartinan dikin jî Mehmûd Mihemed got: “Heta niha ti kesî bi fermî daxwazeke wisa nekiriye. Lê ew ditirsin û newêrin bi fermî û eşkere vê yekê bêjin. Ew dixwazin bi rêka sosyal medyayê daxwaza xwe bidin xuyakirin.”Ebdulsetar Mecîd jî behsa naveroka civînê kir û got, bi nêrîna me divê hilbijartin were kirin û di wextê xwe de jî bê kirin.