Nivîsar

PDK hatiye dûrpêç kirin

Li gor hindek amarên bi dest malpera me ketine diyar dibe ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) eve çend sale digel hevalbendên xwe û dewletên dagîrker û bi taybetî Tirkiyê lêdxebitin ku Herêma Kurdistanê û bi taybetî deverên bi zona PDK tên zanîn, kontirol biken û ji nişkave gorizek kujek li PDK bidin û qewareya Herêma Kurdistanê bi ser çend kantonekan da dabeş biken.

Eger em li nexşeya parêzgeha Duhokê û beşek ji parêzgeha Hewlêrê binêrin diyar dibe ku deverek gelek berfireh ketiye di bin kontirola çekdarên PKKê da:

Li ser astê Herêma Kurdistanê 658 gund dibin destê PKKê dane. Bi tenê axa parêzgeha Duhokê  zêdetir 34-36 % di bin destê PKKê daye, 250 gund li devera Amêdiyê ku dike 70% axa wê qezayê.

120 gund li devera Zaxo ke dike 35% axa wê qezayê.

 Li Akrê jî 20 gund.

Li Mêrgesor 150 gund û li hemû parêzgeha Hewlêrê 200 gund digel kampa Mexmûrê.

Li Şengalê jî deverek baş di destê wê daye. Ango ji rojaava ji Şengalê dest pê dke ber bi Zaxo, Amdiyê ta digehe rojhelat li devera Mêrgesor û Sîdakan, bi vî awayî PKKê  PDK dûrpêç kiriye.

  Pşitî lihevhatin digel Tirkiyê û destpêkirina pêvajoya aşitiyê, PKKê hêzên xwe vekşandin Başûrê Kurdistanê, bi gotinek din, PKKê 60% hêza xwe ya çekdarî û cebilixaneya xwe li başûrê Kurdistanê bi cih kriye, Koniseya Serokatiya wê partiyê hemû li başûr e, yek endamê koniseya serokatiya PKKê  li bakurê Kurdistanê nîne ku ew beş qada rasteqîneya xebata wê ye.

Gelo pişitî pêvejoya aşitiyê  û çareseryê di navbera PKK û dewleta Tirkiyê da  li bakur  têkçû çima PKKê hêzên xwe ji başûr nevegerandin bakurê Kurdistanê meydana xwe ya xebatê û li wir xebata xwe berdewam bike?

Gelo ev hêza mezin ya çekdarî digel hemû çek û cebilaxaneyê li başûrê Kurdistanê çi dke?

 Ya ku roja îro  diqewme û Tirkiye bi hêceta şerê terorê başûr dagîr dike ji encamê wê lihevhatina PKK û irkiyê ye.

Çend sale PKK li van deveran bi kêfa dilê xwe dike, xalên gomirkê didane û gomirkê ji xelkê deverê werdgre. li hindek deveran kanton avakirine û guh nade yasa û rêsayên hikumeta hilbijartiya Herêma Kurdistanê. li wan deveran ku praniya herî zêde endam û dost û alîgrên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê ne, PKK bi kêfa xwe wan digre, zîndanî dike û direvîne û bêşûnwar dike. Heta vê kêlîkê jî PDKê li hember van kiriyarên neqanûnî û têkderane yên PKK helwest nîşnan nedeya û tehemula PKKê kriye.

Lê mixabin hindek kes ku xwe bi bêlayen û çavdêrên siyasiyê binav dikin, li hember van kiriyar û pîlanên PKK û Tirkiyê ji bo têkdanan qewareya qanûniya Herêma Kurdistanê çavên xwe digirin û vî helwestê neteweyî, welatparêzî û kurdperwerane yê PDKê  nabînin û her dema Tirkiya êrîşî ser başûr bike devê wan vedibe û bi awayekî ne realystî  êrîşî ser PDKê dikin û bi tenê wê tawanbar diken.

Werin da em bi çavên vekrî, mejiyekî paqj, wjdaneka savî bi hesteka neteweyî xala deyinîne ser herfan :

Eve zêdetir ji dehê salane Partiya Karkerên Kurdistanê li van deveran ku bi zona PDK tê bi nav kirin bi  ya xwe dike û guh nade yasayên Herêma Kurdistanê û PDK deng nake.

Xelkê wê deverê ku PDKîne digre, zîndanî dike, direvîne û bêşûnwar dike û PDK deng nake

Zarokên xelkê bi darê zorê dibe çiya, mejiyê wan dişo û çekdar dike û PDK deng nake

Xalên gomirkê danîne û pereyan ji xelkê diçin ser gundên xwe werdgre û PDK deng nake

Bi navê kantonan îdare di nav îdareya Herêma Kurdistanê da avakirine û PDK deng nake

Li bajarên Heröma Kurdistanê wepîşandanan dijî Tirkiyê dike û wêneyên Ocelan û siloganên dijî Tirkiyê bilind dke  û PDK deng nake

Xwepîşandinan dijî Herêma Kurdistanê  dike û siloganên jinavbrina hikumeta Kurdistanê bilind dike û PDK deng nake

PKKê hemû liv û tevger û çalakiyên xwe her bigire ji çalakiyên çekdarî, civakî, hunerî,  rewşenbîrî…hwd  ji bakur veguhaztine  başûrê Kurdistanê, gelo kesek dikare mînak wisa ku li cîhanê hebe berçav bike?

Tevî  vê yekê jî PDK çend sale tehemulê dike û digelek waran da aliykariya PKK jî kiriye û dike, lê hêşita PDK tawanbare?

Li gor yasayiyên navdewletî, me bivê nevê, PKK di lîsteya terorê daye, eger hikumeta Herêma Kurdistanê û dewleta Îraqê li dijî PKK derinekevin û wê ji başûr derinexin, yasayên navdewletî maf bi Tirkiyê dide ku her dema bixwaze bi hêceta şerê terorê derbasî başûr bibe, vê yekê dûr û nêzîk çi têkelî bi Herêma Kurdistanê û bi PDKê ve nîne.

Nasrat HacÎ

2020-06-25

Back to top button