Polîtîk

PDK-ê Agahdarî da

Berpirsên partiyê agahdarî dan ku di buyerên dawîn ên li Silêmaniyê û derûdorên wê de ku bûn sedemên şewitandina hin avayiyên partiyan û medyayan; di serî de şewitandina avayiya PDK-ê a li Silêmaniyê, bi pîjkirina meriv, piştgir û dilxwazên Îranê û berpirsên Gorranê hatine gurrkirin. Wan got di xwepêşandanan de xelkê hin daxwazên xwe bi riyên aştiyane anîne ziman, lê hêz û derûdorên binavkirî kesên wiha xistine nav xwepêşanderan ku berê hin ji van komên xwepêşanderan dane tundutûjiyê, êrîş û texrîbatan. Berpirsan ragihand ku asayiş û emniyeta Silêmaniyê û berpirsên wê jî xemsarî û xetayên ciddî kirine ku texrîbkar êrîşan bibin ser partiyan û dezgeyên ragihandinê.

Di mesela Kerkukê de berpirsan tawan xist hustuyê merivê Îranê ê sadiq ê li Iraqê; Muqteda Sadr ku di encama pîjkirina wï de ereban êrîş biriye ser Kerkukê da ew vê derê ji kurdan vala bikin, lê pêşmerge bi hişyarî zû tevgeriyaye û hedef û niyetên dijmin pûç kirine.

Beşdarên civînê jî li ser rudanan rawestiyan. Wan eşkere kir ku meş û xwepêşandan û daxwazên xelkê yên li dijî gendelî û neheqiyê rewa ne. Divê ev maf û îmkan ji destê xelkê neyê stendin. Wan Gorran rexne kir ku her çendî ew mixalefetek e ku bi raya gelê Kurdistanê ketiye parlamentoyê lê wê bi daxwaza hilweşandina parlamentoya Kurdistanê û hukumeta wê bi metodên nedemokratîk yên li derveyî parlamentoyê û derveyî yasayan ku berê xelkê daye şiddetê, hem demokratbûna xwe, hem jî şeriyeta mixalefekirina xwe ya demokratîk xistiye bin gumanê. Mixabin daxwiyanî û kiryarên Gorranê dikare ew qas pêşde biçin ku ew berjewendiyên stratejîk ên neteweyî û hebûna Herêma Kurdistanê têxin bin xeterê, dijmin ji metod û daxwazên wan îstîfade bikin û Kerkukê ji destê kurdan derxin û daxwazên kurdan ên li ser Kerkukê pûç bikin.

Hin beşdaran bal kêşa ser wê yekê ku li welatÊn ereban ên wek Misir Tunus, Lîbya û welatên din berêxwepêşanderan li dîktatoriya ne, ew mihawele bikin dîktatoriyan hilweşînin, lê li Kurdistanê hin hêz berê wan didin demokrasiya Kurdistanê û mafên neteweyetî yên Kurdan ên li Kerkukê.

Beşdaran her wiha dezgeyên emnû asayişa Kurdistanê jî rexne kir ku eşkere di van buyeran de wan hem mafê xwepêşandanên welatiyên Kurdistanê hem jî ewleyiya mal û canê welatiyan neparastiye, wan nekariye planên şidetkar û têkderan pûç bikin ku hem welatî azadiyên xwe cîbicîbikin hem jî kes nikaribe êrîşê bibe ser avayiyên partiyan û medyayê an xelkê bikujin.

Dawa ji dewleta Herêmê hat kirin ku ew bi tu awayî dev ji serweriya dewleta hiqûqî ya demokratîk bernede, yasa serwer be, dadgeh ancax karibin însanan berdad û ceza bikin.

Beşdaran eşkere kir ku bi vê buyerê jî eşkere buye ku medyaya kurd ne xwedan wê hêz û bikarhatinê ye ku buyeran germagerm, bêalî û objektîv bigihîne raya giştî a hundur û derva. Hin ji beşdaran ragihand ku medyayên hemû partiyan ji ber terefgîrî û nebiserbixweyiya xwe bawerpêkiriya xwe ya li ser hundur û derva wenda kiriye. Lazim e medyayeka serbixwe, bêteref a objaektîf û zûbizêv ava bibe.

Pirraniya beşdaran diyar kir ku biryara dawîn a Parlamentoya Kurdistanê a 17 xalîn giring û maqûl e lê divê wek biryarên din nemîne, kî mixatabê wan 17 xala ne zûbizû wan cîbicî bikin.

Berpirsên civînê komîteyek ava kiribûn ku wan daxwaz û rexne û piştgiriyên beşdaran tesbît kirin û gotin li ser daxwaza PB-ya PDK-ê agahiyên vê civînê ê bên gihandin wê.

(Netkurd)

Back to top button