Ciwan Haco di “rojên kurdî“ de amade dibe
Li bajarê Gävle ya Swêdê rojên kurdî pêk tên. Rojên Kurdî di 12 adarê de dest pê dike û heft rojan didome. Kurdocide Watch-CHAK, Dalkurd, KSAF (Komela Xwendevan û Akademisyenên Kurd), Komela Kurd li Sandviken, Konseya Kurd, kitêbxaneya bajêr (stadsbiblioetek) û dibistana çandî (kultur skolan) li pişt vê çalakiyê ne.
Li ser çalakiyê agehdarî ji aliyê Kurdocide Watch-CHAK ê Leyla Tarhan û ji Stadsbiblioteketê Sara Hagström Andersson hate belavkirin:
Çalakî di 12 adarê saet 15.00 an, bi axaftina konsolosê Swêdê yê berê li Stenbolê û nivîskarê pirtûka ”Kurdistan- landet som icke är”, Ingmar Karlsson dest pê dike. Karlsson dê ji awira dîplomatekî nêzî pirsgirêka Kurda bibe.
Di roja yekê de, pirsgirêka Kurd ji gelek aliyan dibe cihê niqaşê. Şaredarê Amedê Osman Baydemir û Şaredarê Sur ê Abdullah Demirbaş jî hatine vexwendin.
Di kitêbxaneya bajêr de, pirtûk, cilûberg, wêneyên li ser kurda jî dê bêne nîşandan. Kesên bixwazin li ser pirsê pêşangehan vekin anjî têkiliyê deynin dikarin telefon bikin anjî bibîvisînin:
Leyla Tarhan, Kurdocide Wathc CHAK, tel. 0732-047 566 [email protected]
Sara Hagström Andersson, Stadsbiblioteket, tel. 026-17 94 40, [email protected]
Ciwan Haco jî dê di roja yekem de reng bide çalakiyê. Çalakiya roja yekem saet 22.00 an bi dawî tê.