Cîhan

Wezîra demokrasiyê ya Swêdê Kitêbxaneya Kurdî vekir

Wezîra demokrasiyê Birgitta Ohlssonê di axiftina xwe de got ku Kitêbxaneya Kurdî nîşaneka berbiçav ya nasnameya kurdî û civaka pirçandeyî ya Swêdê ye û ji bo zarok û ciwanên kurd navendeka giring e. Wê got jî ku kitêbxane ji bo hevnaskirina çandeya swêdî û kurdan ciyê herî hêja ye. Wezîrê qala wê diruşmê ya ku digot bi tenê çiya dostên kurdan e kir û got: Em tev yên ku li vê derê hazir bûne dostên kurdan in û axiftina xwe bi Bijî Kurdistan! bi dawî anî.

 Gelek berpirs û nûnerên dezgehên kulturî yên Swêdê û berpirs û nûnerên rêxistinên civakî û siyasî yên kurdan li Swêdê bedşarî merasîma vekirinê bûn.

 Seroka Komeleya kitêbxaneyan swêdî Inga Lundén jî peyivî û got: Ji bo min ev kitêbxane kitêbxaneya kurdî ya neteweyî ye çunkî ew bi rastî karê kitêbxaneyeka neteweyî dike û nimûneya wê li cîhanê nîne.

Endamê komîsyona kulturê li Stockholmê Rasmus Jonlund axift û got ku bicîbûna Kitêbxaneya Kurdî li taxê Alvikê rewşa pirçandeyî ya bajarê Stockholmê dewlemend dike û jiyana kulturî ya kurdan xurttir dike.

Seroka Federasyona komeleyên Kurdistanê li Swêdê Şermîn Bozarslanê di peyiva xwe de balkişand ser rola Kitêbxaneya kurdî wek dezgeheka neteweyî û bang li hemû kurdan kir ku li vê dezgehê xwedî derkevin û bi hemû îmkanên xwe wê xurt bikin û wek mîrata neteweyî biparêzin.

Birêveberê Kitêbxaneyê Newzad Hirorî got ku 2-ê adarê salvegara çarê ya wefatkirina damezirênerê Kitêbxaneya Kurdî Nedim Dagdevirenî ye û diyar kir ku Dagdevirenî ev kitêbxane bi 2500 kitêban dest pê kir û îro hejmara kitêban gehiştiye 12 hezaran. Wî herweha got ku Kitêbxaneya kurdî xezîneyek e û bang li kurdan kir ku ew berhemên vê ktiêbxaneyê bi kar bînin, zarokên xwe bînin kitêbxaneyê û sûdê ji xizmetên kitêbxaneyê werbigirin. Wî gote swêdiyan ku xurtkirin û parastina Kitêbxaneya kurdî nîşana asta demokrasiyê û azadiya derbirînê ya li Swêdê ye.

Seroka Weqfa Kitêbxaneya Kurdî û seroka Komeleya dostîniya swêdî-kurdî Anne Murray kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna nûnerên dezgehên kulturî û rêxistinên civakî û siyasî di merasîma vekirinê de diyar kir û spasiya hemû kes û aliyan yên ku alîkariya kitêbxaneyê kiriye û dikin kir. Wê herweha got ku Kitêbxaneya Kurdî navneteweyî ye çunkî berhemên wê ji bo hemû cîhanê vekirîne.

Komciwanê, komeleya ciwan û zarokên kurd li Stockholmê, govendeka xweş û germ li ber dengê def û zirnayê li pêş haziran kir. Sê xanimên kurd jî bi xwarinên kurdî tama devê mêvanan xweş kir. Rûyê beşdaran bi dîtina komîkerên kurd yên navdar Özz Nûjen û Soran Îsmaîlî geş bû.

 

Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê

www.kurdlib.org

Back to top button