Dezgehên sivîl tundî û tujiyê naxwazin
PKK-ê agirbest dawî anî. Konseya rêvebiriya KCK-ê ji 13-ê Tebaxê agirbest ragihandibû. Îro konseya rêvebir ragihand ku , wan agirbest rawestand û ji vê biryara xwe hukumeta Ak Partiyê wek berpirsiyar dan nişandan.
Sedem çibe bila bibe şer faydeyê nade kesekî. Herweha wek gelek caran hatî gotin, siyaseta hukumetê çikas xirabbe, di rewşa îro de nabe sedem ku mirov prosesa şer berdewam bike. Ev proses di hilbijartinan de, hevkariyek demokratîk û netewî jî dike di xeterê de.
Dezgehên sivîl li Kurdistanê ji vê helwesta KCK-ê bi tirsin. Di vê derbarê de serokê odeya pişesazî û bazirganî yê Diyarbekirê Galip Ensarîoglu da xuyakirin ku, bila ev pêvajo qurbana prosesa hilbijartinê nebê, divê hukumet gavên pêwîst bavêje. Di derbarê dawî anîna agirbestê de,hinek serokên dezgehên sivîl ji rojnama Tarafê re axavîn.
Di vê derbarê de Ensarîoglu got: Ji bo aşitiyê fersendek dîrokî peydabibû. Pêwîst bû ku, aşitiyek berdewam bête pêkanîn û herêm ji tundiyê xilas bibe. Tirsa min hebû ku, wê prosesa agirbestê meha Adarê dawî werê. Hersal hilbijartin çêdibin,lê firsenda pêkanîna aşitiye her dem nayê. Firsendek hebû diviya baş bihata bi karanîn. Divê li Tirkiye hinek pirsgirêk di zemînê demokrasiyê de bêne çareserkirin. Pêwiste dewlet û hukumet vê tundiyê xilas bike û PKK jî lazime vê pirsê çareser bike. Ji bo vê jî divê daxwaziyên kurdan pêkwerin. Nabê ku hukumet ji bo hilbijartina vê prosesê şûnde bide.
Serokê Baroya Diyarbekir M.Emîn Aktar jî di vê derbarê de got: Evê 3 meh bûn agirbest hebû.Operasyon jî tunene. Dezgehên siyasetê divê bi vê mesuliyeta xwe pêkbînin.Dezgehên sivîl li dijê dezgehên sivîl jî helwest danîn û got li cihê xwe rûnin. Dadwerî jî doza KCK-ê dehelwestek xirab nîşanda, izin neda parastinên bi zimanê kurdî. Ne mafê kesekiye ku bêje, hukumet tu çareserî nekir û divê cardin şer destpêbike. Em şer naxwazin,nabê ku hêdî em civakê bêxin rewşek xirab de. Divê prosesa agirbestê berdewam be û di vî warîde herkes berpirsiyariya xwe bîne cih.