PDK-Bakur,sersaxiya Dinler li Stockholmê pêkanî.
Sersaxîya ji bo Mehmed Eli Dinler, di 4/3-2012 an de li Komeleya Gulanê, li paytexta Swêdê bi hawayekî bi rêk û pêk ji alîyê Komîteya PDK-Bakur li Swêdê pêk hat.
Di merasima sersaxîyê de, Peyama serokê Kurdistanê birêz û pakê hêja Mesud Barzanî ji alîyê nuwênerê PDK e Omar Soran ve hat xwendin. Di merasima sersaxîyê de gelek nuwêner û berpirsên partîyên sîyasî, komeleyên demokratîk ên kurdan, bûn hevpişkên beşdarîyê. Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Xanima hêja Sermin Bozarslan jî yek ji beşdarên merasimê bû. Serokê Komîteya HEEVKARI birêz Şefik Kaya jî di mersimê de amade bû û peyama sersaxîyê a Komîteya HEVKARI ji berpirsên PDK-Bakur re birêkir. Peyamên partîyên sîyasî jî di merasimê de bi destan, dan berpirsên PDK-Bakur.
Li ser navê Komîteya PDK-Bakur li Swêdê, Felemez Akad, di derbara kar û xebata Mehmed Eli Dinler a di nava PDKT de pêşkêşî beşdaran kir, xebat û rola M.E. Dinler a di nava PDKT yê de bilind nirxand. A. Selam Cizîrî jî gotarek di derbara kar û xebata M.E. Dînler, pêșkêșî pișikdaran kir. Berpirsê NETKURD ê Mûrad Ciwan jî li ser civînekê ku di neqeba nuwênerên PDKT yê, wî (Mûrad Ciwan), Dr. Sîrac Bilgin û Ibrahîm Guclu li Amedê pêk hatibû de axivî. Bavê Rewşan û Hacî Işik jî çend peyv pêșkêșî beșdaran kirin.
Merasima sersaxîyê heta saet 16.00 an dûm kir û bi serkevtî bi dawî hat.
Em, sipasîyên xwe pêşkêşî hemû kesên ku di merasima sersaxîyê de amade bûn dikin.
04 03 2012
Komîteya PDK-Bakur li Swêdê