Nivîsar

Partiyên Tirk û HDPê !

Wek tê zanîn ji berî çendekî li ser vexwandina serokê CHPê Kiliçdaroglu 6 partiyên Tirk li ser maseyek girover civînek pêkanîn. Di civînê de, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, seroka IYI Partiyê Meral Akşener, serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal, serokê Partiya DEVA Ali babacan û serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu amade bûn. Di Raya Giştî de û taybetî derdorên siyasî de ji naveroka civînê behtir ne amadebûna HDPê di civînê de hate gotubûj kirin. Herweha gelek aliyên Tirk ne amadebûna HDPê wek ne amadebûna Kurdan nirxandin û di vê derbarê de rexne kirin. Ji aliyê Tirkan ve mirov bi vê helwesta hêzên siyasî tê digihe, lê hinek Kurdan jî heman tişt anîn rojeve.

Babetek heye ku, pêwiste taybetî aliyên siyasîyên Kurd vê yekê bi zelalî eşkere bikin. Gelo HDP bi tenê nûnertiya Kurda dike, yan jî pirsek hêjî zelaltir, gelo HDP nûnertiya Kurda dike? Eger aliyek bêje belê HDP nûnertiya Kurda dike, gerek ew alî di cih de xwe teswiye bike û bikeve di nava refên HDPê de siyasetê bike. Na eger HDP nûnertiya Kurda nake, dive helwesta aliyên siyasî zelalbe.

HDP partiyeke ku, bi ser daxwaziya Ocalan û dewleta Tirk hatiye damezirandin. Di dema `pêvajoya çareseriyê` de, HDP li Îmralî bi biryara Abdullah Ocaln û serokê MITÊ hatiye damezirandin. Di heman demê de wezîrê dewletê û ji aliyê hukumetê ve koardînatorê `pêvajoya çareseriyê` Beşîr Atalay li ser ekrana TRTê gelek vekirî got ku, HDP ji bo vê pêvajoyê bi biryara Ocalan û dezgehê dewletê hatiye damezirandin. Rojek ji roja kesek ji HDPê li himber vê daxûyaniyê deng nekir . Ev yek rastiyek bû ku, herkesek dizane. Lê her çi keramet be insan ji hinek berjewendiyên teng xwe ne bihîstî dikin û pirsên din gotubêj dikin.

Ji aliyek din ve, HDP bi xwe dibêje `ew ne partiyek Kurdiye û ew partiyek a Tirkiye ye. HDP koalisyonek a aliyên çepên Tirk û hinek islamiya ye. Eger di nava HDPê de hinek nav baş bêne nirxandin rastiya HDPê jî derdikeve hole.

Sezai Temelli, Figen Yuksekdag, Ertugrul Kurkçu, Huda Kaya, Ayhan Bilgen  û gelek navên din mirov dikare bi rêz bike.

Vêca care ne hewceye ku nasnama HDP bê gotubêj kirin. HDP ne ji Qendil be di hilbijartinan de ji % 1 dengî nagre. Başe dema ev rastî hemû tên zanin bi çi armancê didin xûyakirin ku, Kurd bi kesayeta siyasî ya HDPê de têne temsîlkirin?

Li bakurê Kurdistanê gelek partiyên Kurd hene, herkesek li gora xwedî bernameyek siyasî ye û hemû jî xwe wek partiyên Kurd didin nasandin û li gora xwe îdia dikin ku siyasetek Kurdistanî rêve dibin. Lê kesek behsa wan nake û tenê HDPê didin pêş. Tirka bi dehê salan gelek bi zanebûn Kurd hemû di kesayeta PKKê de dan nasandin û PKK jî li cihanê wek rêxistinek terorist dane nasandin. Dijminetiya herî mezin a Kurdan ev bixwe ye. Heta li bakur û beşên din ên Kurdistanê ev yek bi zelalî nayê ditîn û bi eşkere nayê gotubêj kirin, heta  kurd di vê pirsê de ne zelal bin pêşîya xwe jî nabînin.

Eger di rastiya xwe de, aliyên Tirk hinek bê jî di pirsa Kurd de bixwazin gavna bavêjin, divê li gel Partiyên Kurd ,partiyên ku xwe eşkere wek partiyê Kurd bi nav dikin re bidin û bistînin.

Herweha li bakurê Kurdistanê hegemonya HDPê divê bi awyekî bê şkênandin da ku Kurd bikaribin xwe bidin fam kirin û behsa pirsgirêka Kurd bikin û daxwaziyên xwe yên netewî bidin pêş. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê partiyên ku xwe Kurd û Kurdistanî didin nasandin hemû legalin, tu heceta ku van aliyan re danûstandin neyê kirin nemaye.

Çewe ku siyaseta PKKê girêdayî dewletê rê neda ku tevgera Kurdistanî bi hêz bibe û her demî bûn astenga herî mezin û sereke, di qada legal de HDP jî heman tiştê dike.

Aliyên ku xwe Kurdistanî didin nasandin, gerek rastiya heyî bibînin û di bin banek Kurdistanî de hevkariyek yan jî platformek bi ne tenê nav bi naverok jî Kurdistanî ava bikin.

23.2.2022

Nêrîn/Şirove

Back to top button