Nûnerê beşa yasayî li Dezgayê Helbijartina PDKê dibêje, bi awayekî aşkera nêrîna xwe ya derbarê helbijartinê de dane serokatiya Herêma Kurdistanê û dixwazin helbijartin bên kirin.
Nûnerê beşa yasayî li Dezgayê Helbijartina PDKê Hawar Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi aşkerayî me nêrîna xwe ya fermî daye Serokatiya Herêma Kurdistanê û piştevaniya diyar kirina rojekî dikin ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve bo helbijartina Parlamentoya Kurdistanê dê danîn û em rijd in li ser wê yekê ku helbijartin di dema xwe de bê kirin.’’
Herwaha got: ‘’PDK dixwaze komîsyon bê çalak kirin, bi awayekî ku komîsyon li ser bingehê kursiyên parlamentoyê bê çalak kirin û li gel sîstema yek bazineyî li Herêma Kurdistanê.’’