PolîtîkRojev

Destûra Kurdistana Rojava li Hewlêr hate gotubêj kirin

Li Hewlêr ji bo ev reşinvîsa destûra Kurdistana Sûriyê tê di civînekî de gotûbêjkirin.

Navenda Ewropî ji bo lêkolînên Kurdî ji bo 3 rojan komxebatek ji bo gotûbêjkirina reşinvîsa destûra Kurdistana Sûriyê li Hewlêrê birêve bir, ew reşnivîsa destûrê di sala 2016an de hetiye danîn.

Nûnerê Partiya Yekîtî Kurdistan Sûriyê li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got, di civînên li Hewlêrê de aliyên beşdar nerîn û pêşniyarên xwe derbarê reşnivîsa destûrê de diyar dikin.

Navenda Ewropî ji bo lêkolînên Kurdî pêşniyara birêvebirina navçeyên Kurdî li Sûriyê amade kiriye û li ser wê yekê kar dike.

Pêşniyara birêvebirina herêmên Kurdan ên li Sûriyê

– Kurdistana Sûriyê herêmeke Sûriyê ye

-Kurdistana Sûriyê yekîneyeke siyasî û yasayî bi erdnîgeriyeke hevgirtî di nava dewleta Sûriyê de ye

– Herêma Kurdistana Sûriyê herêmeke demokratîk di bin banê desthilata dewleta yasayî de ye

-Navenda hikûmeta herêma Kurdistana Sûriyê bajarê Qamişlo ye

-Dadgeha destûrî ya herêmê li bajarê Kobanî ye

-Banka navendî ya herêmê li bajarê Efrînê ye

– Ala herêma Kurdistana Sûriyê: Sor, Spî, Kesk û di nîvê de rojeke zer

– Herêm di cîbicîkirina peywirên hikûmetê de berpirsyar e

Back to top button