CîhanRojev

Erdogan: Em biyara Rusyayê qebûl nakin

 Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li dijî biryara Rusyayê ya derbarê naskirina dewletbûna û Donetskê û Vyên ser bi herêma Dobnbasê ya Ukraynayê de nîşan da û got: “Em vê biryara Rusyayê wek biryareke ku nayê qebûlkirin dinirxînin.”

Serokê Rusyayê Viladimir Putîn şeva borî 21ê Sibata 2022ê ragihand ku wan komarên Luhansk û Donetsk ên ser bi herêma Donbasê ya Ukraynayê bi fermî naskirine. Ev biryara Putîn ji aliyê beşek ji serokên welatên cîhanê ve bû sedema karvedanan.

Recep Tayîp Erdogan li ser pirseke derbarê mijarê de da zanîn ku wezareta wan a derve bi daxuyaniyekê ev biryara Rusyayê wek binpêkirina yekitiya siyasî, serwerî û axa Ukraynayê binav kiriye û got: “ Em vê biryara Rûsyayê wek nayê qebûlkirin, dinirxînin. Em banga xwe ya pêbendbûna bi hiqûqa navdewletî bo herdû aliyan dûbare dikin.”

Erdogan diyar kir ku wan di serî de bo çareserkirina krîza navbera Ukrayna û Rusyayê helwêsteke ji dil pêşan dane û got: “Me peyamên xwe yên derbarê çareseriya krîzê de bi awayekî eşekere ragiahndin.”  

Serokomarê Tirkiyê derbarê egera destpêkirina şerekî di navbera Rûsya û Ukraynayê de û bandorên wê yên li ser welatî wî jî dibêje: “Em jî di heman demê de welatekî Deryaya Reş in. Lewra merc e ku gelek paketên tedbîran bên amadekirin. Me tedbîrên xwe yên di vî warî de wergirtine û em werdigirin. Xebatên me yên di vî warî de berdewam in.”

Erdogan piştî biryara Rusyayê ji bo civîna NATO yê de amade bibe serdana xwe ya Afriqayê dawî anî.

Back to top button