Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk bi minasebeta ‘’21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’’ daxuyanîyek bi navê ‘’ Em 21ê Sibatê Ji Bo Zimanê Kurdî Bikin Mîladeke Nû’’belav kir. Mustafa Ozçelîk di daxuyanîyê de bi kurtayî van pêşniyarîyan pêşkêşî raya giştî ya kurdan kir:
–Zimanê kurdî wek zimanê perwerdeyê û zimanê jîyanê herî baş bi statuyeke sîyasî ya ku miletê Kurd li ser axa welatê xwe bikaribe xwe îdare bike de, di welatekî azad de, qîmeta xwe ya eslî bibîne. Lê heta ku welatê me azad bibe, heta ku miletê Kurd li ser axa welatê xwe statuyeke sîyasî bidest bixe, ji îro ve, ji bo rêlibergirtina vê siyaseta asîmîlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî , gelek tiştên ku em dikarın bikin hene û dive em bikin jî.
— Divê em di hemû beşên jîyanê de, fêrbûn, axaftin, fêrkirin, lêxwedîderketina zimanê kurdî ji xwe re wek berpirsyarî û wazîfeyeke esasî qebûl bikin.
— Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bibe zimanê fermî em bi hemû hêza xwe seferber bibin. Ev maf divê di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên peywendîdar de bêne bicîh kirin.
— Ji bo lêxwedîderketina hemû xebatên di derbarê zimanê kurdî de, ji bo organîze kirina hemû xebatên bi armanca ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bibe zimanê fermî, werin em li Bakurê Kurdistanê MECLÎSA ZİMANÊ KURDÎ ava bikin.
— Ji bo xebat, lêkolîn, gramer,arşîv, fêrkirin, pêşdebirin û sîstematîze kirina hemû xebatên di derbarê zimanê kurdî yên li her çar perçeyên Kurdistanê û li diasporayê de bêne organîze kirin, bila li Herêma Kurdistanê WEZARETA ZIMANÊ KURDÎ bê damezrandin.
— Bila Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê wek dersekê bi tîpên latînî kurdî fêrî şagirtan bike.
— Ji bo Neteweyên Yekbûyî û Yekitîya Ewropayê zimanê kurdî biparêzin, li zimanê kurdî xwedî derkevin, li himberî qedexe û astengîyên li ber zimanê kurdî helwesteke zelal bigirin, divê di qada navneteweyî de, bi taybetî bi pêşkêşîya potansîyela diasporaya kurdan, em xebateke berfireh destpê bikin.
— Divê enamên kurd yên hemû partî, rêxistin û dezgehên Kurdî, Kurdistanî kurdî fêr bibin.
— Divê beledîye, weqif, dezgehên sivîl û dezhegên meslekî , partî û rêxistinên sîyasî û karsazên Kurd , ji bo kursên zimanê kurdî û ji bo , piştgirîya hemû xebatên bi zimanê kurdî alîkarîyên aborî bikin, ji bo pêkanîna van karan gavên pratîkî bavêjin.
— Hemû partî, tevger û rêxistinên Kurd, Kürdistanî, dezgehên sivîl û dezgehên meslekî, telewîzyon, radyo, dezgehên ragehandinê yên li Kurdistanê bila wek prensîbeke sereke, di hemû daxuyanî, çalakî, bername û weşanên xwe de herdu zaravayên kurdî (Kurmanci ve Kirmancki/Zazakî) jî esas bigirin, bikarbînin.
— Em li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê kampanyayeke berfirehtir û organîzetir ji bo bijartina dersa bijarte ya kurdî destpê bikin.
–Li Diasporayê, li welatên ku mafê dersa kurdî heye, ji bo ku malbatên kurdan zarokên xwe li dersa kurdî qeyd bikin, divê em kampanyayeke berfireh destpêbikin.
— Ji bo ku Dewleta Tirkîyeyê bi awayekî fermî ‘’Dezgeha Zimanê Kurdî’’ damezrîne , em xebateke berfireh destpe bikin.
–Ji bo ku di Balafirgehên li Kurdistanê û balafirên ku ji bo Kurdistanê seferê dikin de anonsên bi kurdî jî bêne xwendin em divê xebateke berfireh bikin.
–Divê em lêbixebitin ku, li hemû hotêl, restorant û kafeteryayên li Kurdistanê , tabelayên bi kurdî jî bêne darve kirin û menûyên wan bi tirkî û bi kurdî bin.
— Em bi hemû parlamenterên kurd yên li Parlamentoya Tirkîyeyê ne biaxivin, ji bo hemû astengî û qedexeyên li Parlamentoya Tirkîyeyê û di hemû beşên jîyanê de, di Qanûna Bingehîn û yasayên din de li ser zimanê kurdî hene, bêne rakirin, bila bi yekdengî daxwazekê pêşkêşî Serokatîya Parlamentoyê bikin, bila hewl û xebateke berfireh destpê bikin.