
Serokê Amerîka Joe Biden soz da serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky, ew ê “bersiveke bilez û bibiryar li her êrîşeke Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê re bide.
Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand, Biden şeva borî pêwendiyeke telefonî ligel Zelensky encam da û pabendbûna Amerîka bi parastina serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê dubare kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Biden biryara Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a naskirina serxwebûna herêmên Donetsk û Luhanskê yên Ukraynayê bi tundî şermezar kir.
Li gorî daxuyaniyê, Biden tekez kir, Amerîka dê bi hevahengiya ligel hevalbend û hevkarên xwe bi lez û bez bersivê bide her êrîşeke Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê.
Ev yek piştî wê tê, Putin şeva borî du biryarname îmze kir ku tê de serxwebûna herêmên Donetsk û Luhanskê ji Ukraynayê nas kir,