Hukumeta Kurdistanê dicive

Hukumeta herêma Kurdistanê civîna xwe ya heftane bi serokatiya serokê Hukumetê Mesrur Barzanî û bi amadebûna cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talabanî ve pêkbîne.

Li gora daxûyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojeva civîna hukumetê ev mijarin:

– Encamên serdana şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Qeter û beşdarbûna li konferansa asayîşa Munich li Almanyayê dê bên eşkera kirin.

– Biryara dadgeha bilind a federal a roja 15.02.2022yê ku derbarê neft û gaz a Herêma Kurdistanê de dê bê gotûbêj kirin.

– Reşnivîsa roj jimêriya kiştûkalî li Herêma Kurdistan – Iraqê dê bê guftûgo kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: