Partiyên kurdî ti dîtinek ji bo ciwanan nîne
Dr. Frederick Tiso, ku ji mêj ve kurdan nas dike û di salên heştêyan de di nav pêşmergeyan de hevkariya pêşmerge û gundiyên kurd kiriye, çend sal in jî wek konsûlê Fransa li bajarê Hewlêrê kar dike. Bi baweriya wî, hê jî demokrasî bi tevahî li Herêma Kurdistan û Iraqê nehatiye çespandin, lê li welatekî wek Fransa bi tevahî hatiye çespandin, lê ne herdem rêz li bingehên wê tê girtin.
Wek çavdêrekî li ser kêşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê de, ku zêdetir li ser ne pêbendiya bi destûrê ye, bi baweriya we kîjan alî bêtir destûra Iraqê binpê dike, hikûmeta Herêma Kurdistanê yan Bexda?
Frederick Tiso: Ez ne dadgeha bilind im û ne dadwer im jî, her wek te got ez çavdêrek im û nûnertiya hikûmeta Fransa li vir dikim, kesê diplomatîk biryarê di navbera du berpirsên siyasî de nade. Ez pir dijwar dibînim ku hemû bendên destûra sala 2005an a Iraqê bi tevahî bên bicihanîn. Welat di 5-6 salan de nayê damezrandin, ji wê rojê ku hilbijartina 2009an dest pê kir diyar e ku pratîkeke siyasî berdewam e û hemû kes jî ji hev ne razî ne, ger bi awayekî giştî hemû hemfikir bin êdî tê wateya ku dîktatorek li ser text e, lewma ew jî demokrasî ye ku tê de hemû kes ne hemfikir in û ji hev ne razî ne. Dibînim ku Iraq ber bi demokrasiyê diçe. Min hevpeyvînek li gel rojnameya Awêne kir û min ragihand ku li Iraqê prensîpên demokrasiyê bi tevahî nehatine çespandin, lê wan gotina min guherî ku qaşo min gotiye demokrasî li Iraqê cih negirtiye û nehatiye damezrandin, gava min telefona rêveberê ofîsa wan kir, got di manşêtê de cihê peyva “bi tevahî” nebûye, yanî gotina min guherandine.
Gelo li Fransa bingehên demokrasiyê bi tevahî hatine çespandin û damezrandin?
Bi tevahî hatine damezrandin, lê ne herdem rêz li wan tê girtin.
Bi baweriya kurdan li Iraqê kêşeya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê de di çarçoveya çespandina demokrasiyê derketiye, lê dibe ku ber bi dagirkeriyê Herêma Kurdistanê here, her wek di wê demê de jî parlamenterekî frakisyona Goran daxuyand ku Malikî di hundirê kêmtirî salekê de êrişa leşkerî dike ser Herêma Kurdistanê, bi baweriya we ew êriş û dagirkerî dikare rû bide?
Bi baweriya min hê jî prensîpên demokrasiyê bi tevahî di mejiyê xelkê de li vir nehatine çespandin. Diyar e hê jî hinek kes hene dixwazin bi riya çek kêşeyan yekalî bikin, di dîroka wan de ew metod hatine bikaranîn, lê bawer nakim miletê Iraqê careke din ji şer hez bike û ew şer naxwazin. Qasî ku dizanim û jê piştrast im kurd jî riya çek naxwazin û hêvîdar im jî wisa be.
Lê bi baweriya gelê Kurdistanê hikûmeta Iraqê riya şer dixwaze?
Pêwist e diyalogê bidomînin û li gel hev rûnin, li ser heman maseyê bicivin û kêşeyan çareser bikin li gor bingehên demokratîk. Çareserî qet bi riya çek û şîdetê pêk nayê.
Bi dîtina kurdan niha Bexda çekan û firokeyên F16 dikire, ev jî tirsa careke din a dagirkerî û şer li ba gelê Herêma Kurdistanê dirust kiriye. Bi baweriya we gelê Iraqê şer naxwaze, lê ji ber çi hikûmeta Iraqê mijûlî kirîna çekan e?
Pêdiviya her welatekî bi çekan heye da ku bergiriya xwe bike, ger gefên derveyî li ser hebin. Bi baweriya min, pêdiviya Iraqê bi çekên zêde nîne, heta bi awayekî giştî dipirsim welatên dinya û dewlet çi pêdiviya wan bi wan çekan heye, çiku îro ew çek qet ne pêwist in, lê hinek alî hê jî wisa diramin ku pêwist e ew çekên wan hebin.
Yanî pêwist nake Iraq wan çekan bikire?
Di çarçoveya pêşveçûnên demokratîk li deverê pêdivî bi çekan namîne, lê hê jî navçeya Rojhilata Navîn bi tevahî neketiye nav demokrasiyê de, berpirsên siyasî ji dîroka xwe fêr bûne ku ji bo xurtbûna wan pêdiviya wan bi çekan heye.
Gelo ev danasîn û nêrîna we li ser Rojhilata Navîn, bi heman awayî ne rast e ji bo Emerîka û welatên Ewropa ku bi çekan hêza xwe nîşan didin?
Bi dîtina min a taybet, belê.
Kêşeya ku di navbera Bexda û Hewlêrê de heye çi bandorek li ser karûbarên we li Kurdistanê kiriye?
Bandora wê li ser me nîne, lê wek dîplomat em çavdêriya wê kêşeyê dikin di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta navendî ya Bexdayê de. Em dizanin ew kêşeya ku dirust bû di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bandorê li ser aramiya deverê û di heman demê de jî di warê siyasî û aborî de jî bandorê dike.
Baş e lê çawa bandor li ser çalakiyên we kiriye?
Ez tenê çavdêr im lewma bandor li ser xelkê û Herêma Kurdistan û Iraqê heye, bandorê li ser ewlehî û aboriya welêt dike. Em wek dîplomatên ku li Herêma Kurdistan û Iraqê ne li gel hev rûdinin û behsa wê rewşê dikin. Em destêwerdanê nakin di wê kêşeyê de, lê hewl didin ku wan ji hev nêzîk bikin û çareseriyekê jê re bibînin.
We çi kiriye da ku wan ji hev nêzîk bikin?
Em li gel hemû aliyan behsa mijaran dikin, rewşê gotûbêj dikin, bi hev re hewl didin bizanin wan nêzîkî hev bikin û pirsan çareser bikin.
Baş e, gava hûn behsa mijaran dikin, di wan deman de hûn behsa çi dikin?
Wek mînak, di demekê de ku gihîştim Herêma Kurdistanê ji min re gotin Dr. Tiso tu ji welatekî mezin ê demokrasiyê hatî, pêwist e ji me re behs bikî ku demokrasî li welatê we çawa gihişt vê astê. Her carekê ku derfeta min hebe ji wan re behs dikim çawa em gihiştine demokrasiyê û çawa demokrasî diçespe û çawa parlamento karê xwe dike û çawa azadiyan didin xelkê. Yanî diyalog her hene, lê em destêwerdanê nakin.
We wek nûnerê hikûmeta Fransa hewl daye wê kêşeyê çareser bikin di navbera Bexda û Hewlêrê de, wek hikûmet we çi kiriye?
Karê me ew e ku em herdu aliyan ji hev nêzîk bikin.
Kompaniya TOTAL di malpera xwe de belav kiriye ku li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotûbêjê de ne da ku li Kurdistanê dest bi kar bikin. Hûn wek nûnertiya hikûmeta Fransa li vir alîgiriya wê yekê dikin ku kompaniyên wek TOTAL bên Herêma Kurdistanê?
Rola hikûmeta Fransa ew e ku piştgiriya hemû kompaniyên fransî dikin ji bo pêşkeftinê li Iraqê. Desthilata Bexda serokomar Talebanî û serokê hikûmetê Malikî û serokê Herêma Kurdistanê jî Mesûd Barzanî, hemûyan ji me re ragihandiye ku bi wan xweş e pêwendiyeke xurt hebe di aliyê aborî de di navbera Iraq û Fransa, Fransa û Herêma Kurdistanê de, lewma em jî dixwazin zêdetir kompaniyên fransî bên û em jî piştgiriya wan dikin. Min di destpêkê de jî ron kir ku ez nikarim biryarê bidim û bêjim filan kompanî here wir û bêvan kompanî neçe wir, lê dixwazim kompaniyên fransî bên. Kurdistan parçeyek ji Iraqê ye û bi min xweş e ku TOTAL bê, ev nêrîna hikûmeta Fransa ye jî. TOTAL jî ku tê vir divê rêz li tradisyona navçeyî û herêmî ya vir bigire û karên wan bi rêkûpêkî cîbicî bike. TOTAL kompaniyeke sektora taybet e, ku dikare bi xwe biryara xwe bide.
Di bîranîna damezrandina komara Fransa de, par we behsa wê yekê kir ku ciwan desthilatê bigirin destê xwe li Herêma Kurdistanê, di wê demê de hûn dilgiran û bi hêrs diyar bûn ji desthilata Herêma Kurdistanê, gelo niha jî hûn wiha ne?
Na, ez ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ne dilgiran bûm, lê ji tevahiya hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê dilgiran bûm ku di bernameyên xwe yên siyasî de zêde guh nadin ciwanên Kurdistanê. Pêwist e siyasetekê ji bio ciwanan diyar bikin, çiku wisa lê hatiye ciwan her di bendewariya hikûmetê de bin û dibêjin hikûmet divê çi û çi ji me re bike ji dêvla ku biramin ku ew dikarin çi xizmetekê bigihînin herêma xwe. Em bi destê xwe jiyanê dirust dikin ne hikûmet, tiştê ku jê dilgiran im ew e ku partiyên siyasî yên kurdî ew dîtina wan nîne û wan ciwanan perwerde nakin da ku ji xwe bipirsin ku dikarin çi bidin Herêma Kurdistanê.
Hevpeyvîn: Roj Ehmed/Rûdaw