Polîtîk

Divê PYD ji bo ruxandina rejimê kar bike

Serokê Encumen a Niştimanî ya Suriye(ENS) Abdilbasit Seyda li Hewlêr a paytext di hotêla Dîwan de konferansek rojnemevanî darxist û behsa serdana xwe ya Kurdistanê û herweha rewşa pêşeroja Suriye û kurdan jî kir.

Seyda da xuyakirin ku, pirsa kurd li Suriye di çerçova Suriye de bête çareserkirin û herweha wê destura nû ya Suriye cih bide nasnama kurda.

Abdilbasit Seyda behsa serdan Kurdistanê û hevditina li gel serokê Kurdistanê kir û got: Me wek şanda ENS civînek li gel serokê herêma Kurdistanê Mesud barzanî pêkanî. Di derbarê çareseriya pirsa kurd li suriye dîtinên me wekhevbûn. Me behsa doza giştî ya suriye û projeya niştimanî kir.

Seyda ji bo helwesta di derbarê kurdan û pirsa Suriye de dayî nîşandan spasiya serokê Kurdistanê kir.

Berdewamiya axavtina xwe de Abdilbasit Seyda got: Li Hewlêrê civîneke çar kolî hate sazkirin.Ev civîn di navbera ENS, ENSK, wezîrê derve yê Tirkiye û nûnêrên herêma Kurdistanê hate pêkanîn.

Di civînê de tekez li ser yekîtiya nîştîmanî û yekitiya xaka Sûriyê hat kirin. Herwiha me behsa wê yekê kir ku divê doza kurd wekî beşek ji doza tevayî Sûriyê bê temaşekirin. Piştgiriya beşdarvanan jî li ser projeya nîştîmanî ya Sûriyê hat dûbarekirin.

Li ser pirsekî di derbarê rewşa PYD-ê de Seyda got: Em ligel her partiyek girêdayî projeya nîştîmanî ya Sûriyê û parastina yekrêziya nîştîmanî ya axa Sûriyê pêwendiyê datînin.
Çi hêza bixwaze beşdarî proseya siyasî ya piştî ruxandina rejima Esed bibe, divê bide kifşkirin ku dijê rejimê ne û ji bo hilweşandina wê kar dikin. Ev yek ji bo PYD-ê û her partiyekî din jî derbas dibe.

Berdewambûna axavtina xwe de Seyda got: Em li hêviya wê yekê bûn hikûmeta Iraqê arîkariya gelê Sûriyê bike û êşên wan tê bigihe.

Di derbarê bilindkirina ala Kurdistanê ji aliyê Kurdên Rojhilatve Seyda got: Rakirina ala Kurdistanê ya ji aliyê kurdan ve ji bo nîşandan û naskirina nasnameya kurdan bû. Li holê ti daxwazeke cûdabûnê nîne û kurdên Sûriyê piştgiriya yekparçetiya axa Sûriyê dikin.”

Back to top button