Ahmet Turk: Hemû kurd bila yekbin

Hevserokê Kongreya Civaka Demokatîk (KCD) Ahmet Turk, di civîna îro a Meclîsa Daîmî a KCDê de axaftin kir û banga Kurdan kir ku, yekitiya xwe ava bikin.
Civîn li avahiya KCDê hat kirin û parlementerên BDPê Altan Tan, Ayla Akat Ata, Demîr Çelik, Aysel Tugluk, Halil Aksoy û Husamettin zenderlioglu beşdarî civînê bûn. Dîsa şaredarê Sêrtê yê ku ji peywirê hat girtin Selim sadak jî di civînê de cihê xwe girt.
Di destpêka civînê de Ahmet Turk axaftinek kir û diyar kir ku, hikumeta AKPê ji bo ku li Rojhilata Navîn Kurd nebine xwedan statu, hewl dide û asteng dike. Li hemberî siyaseta ku Kurda bera hev dide, pêwiste hemû Kurd sekna xwe nîşan bidin. Siyaseta ku îro hikumet û serokwezîr dimeşîne, ku li kuderê, li fezayê, li ser hîvê jî Kurdek hebe, hewl didin ku wî bêdng bikin.
Ahmeg Turk, di berdewamiya axaftina xwe de, siyaseta AKPê bi zimanekî tund rexne kir û got, berê bi Esad re digot birayê min, kengî ku seh kir Esad nikare biserkeve, siyaseta xwe guherandin û ji bo ku Kurd li Kurdistana Rojava nebine xwedan statu, azadî û mafên xwe negirine destên xwe, dest bi siyaseteke dij Kurdan kirin.
Ahmet Turk, li ser Desteya Kurdî a Bilind jî sekinî û diyar kir ku, di avakirina DKBê de keda Serok Barzanî zêdeye û Tirkiye bi avabûna DKBê nerehet bûye.
Hevserokê KCDê Turk, serdana Davutoglu jî nirxand û îfade kir ku, ger li Rojava PYD nebûya jî helwesta wan wê dîsa li hemberî Kurdan bûya û teva banga PYDê a aştûyane jî hikumetê bi dijmntî nêzika wan bûye.