Polîtîk

Jiyana serokê Kurdistanê di xeterê de ye

 

Jiyana serokê Kurdistanê di xeterê de ye.

Rojnamye Siyase a Kwêtî eşkere dike ku çend çavkaniyên bawepêkirî jê re gotine ku,  îstîxbarata Îran, Suriye û hevpeymanan wan li Îraqê dixebitin ku, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê jinavbibin.

Ew çavkanî diyar dikin ku, Mesûd barzanî serokê herêma Kurdistanê bi dijwarî li dijî serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî yê ku hewil dide weke diktatorek hukimî li Îraqê bike, derketiye  û  Barzanî alîkariya kurdên rojava li dijî rijêma Esed bikatîne, ji ber van sedaman îstîxbarata Îran, Suriye û çend aliyên îraqî ji bo jinavbirina Barzanî dixebitin.

Her li gor wan çavkaniyan, Amerîkayê serokê Kurdistanî Mesûd Barzanî hişiyar kiriye ku, zêdetir tedbîrên eminî li dor mal û baregayên we bigire û paratina xwe qayîmtir bike neku Îran û Suriye bi balafiran êrîşî wî bikin  yan bi rêya dîvelankên xwe karkî trorsîtî li dijî wî bikin.

 

Back to top button