Polîtîk

Pêwendiyên Kurdistanê gelek pêş ketine

Bi armanca haydarkirina diplomatkar û nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê ji pêşhatên rojeva siyasî, li bajarê Hewlêrê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel diplomatkar, konsul û nûnerên welatên biyanî û Neteweyên Yekgirtî yên li herêma Kurdistanê civiya.

Di vê civîna berfireh de ku, Karwan Cemal cîgirê berpirsê fermangeha tyêkeliyên derve amade bû, Felah Mistefa ji beşdarên civînê re armanca civînê diyar kir û got ku, ev civîn ji bona xurtkirina têkeliyan û berçavkirina pêşhatên siyasî, aborî û civakî ye.

Mistefa behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê zêdetir bihêzkirina peywendiyan di warê siyasî, aborî, kulturî û pêşxistina şiyanan digel werlatên cihanê bi giştî û welatên herêmî bi taybetî kir û got: ”Di van salan de ev peywemdî bi awayekî ber bi çav pêşkeftine. Serdana heyetên bala û heyetên diplomasî ji welatên cihê bo herêma Kurdistanê nîşana pêşkeftina têkeliyên herêma Kurdistanê bi cîhana derve ve ye.”

Rewşa siyasî û kirîza siyasiya Îraqê, helwesta hikûmeta Kurdistaê li heber bûyerên vê dawiyê navbera Hewlêr û Bexdayê qewimîn û rêya çareserkirina wan pirsgirêkan ji beşdarên civînê re hat behis kirin û di vê çarçoveyê de berprisê têkeliyên derve got ku, herêma Kurdistanê hertim ji bona Îraqeke demokratîk, federal û plural dixebite. Herêma Kurdistanê ji bona aşitî û xwejiyana tev gelên Îraqî têdikoşe. ”lê mixabin, hindek aliyên din hewil didin Îraqê vegerînin bo serdema hikumeta yekesî û ev jî bi rêya destbiserdagirtina tev saziyên desthiklatê tê peyrew kirin.”

Li dor kontraktên neftê jî Felah Mistefa got:

– Hemû ew pêngavên herêma Kurdistanê di warê pêşxistina sektora neftê de avêtine pêngavên qanûnî ne û li gor destûra Îraqa federal hatine avêtin. Hatina hijmareke kompaniyên mezin bo herêma Kurdistanê wê yekê nîşan dide ku siyaseta herêma Kurdistanê a di warê neftê de li gor qanûn û destûrê ye.

Sebaret bi hatina leşkerê Îraqê bo devera Zumar û deverên din yên kurdan, Felah Mistefa got:

– Piştî azadkirina Îraqê, di rêkeftineke navbera Hewlêr-Bexda û Amerîkayê de, wezîfeya parastina wan deveran ket ser milên hêzên pêşmergeyê Kurdistanê, ji hîngê were ew dever li çav deverên din yên Îraqê, deverên aram in. Ji ber vê yekê hatina hêzên leşkerê Îraqê bo van deveran kurdan dilgiran dike û ji bo ser emniyeta deverê gef e.

Li dor rewşa Suriyeyê jî, Mistefa herlwesata hikûmeta herêma Kurdistanê li hember rewşa Suriyeyê diyar kir û got ku, herêma Kurdistanê bi ti awayî destê naxe nav karûbarên wî welatî û her biryareke gelê surî bide herêma Kurdistanê dê rêzê li bigire.

 

 

Back to top button