Polîtîk

Gelo yekîtiya Kurdan xewn e!

Dewletên ku perçekî Kurda û Kurdistanê di nav xwe de dihewînin, her tim rêyek dane ber xwe; Kurd perçe kirin, berdana hev û Kurd bi Kurd qirkirin. Vê bê tifaqiyê, Kurd li ser darê dinyayê bê statu û bê war hîştiye. Ji lîstikên Osmaniyan û bi taybet jî alayên hemîdiyan bigre, heta îttihad û terrakî, ji destpêka avakirina komara tirkiyê bigre, heta şerê di navbera YNK û PDKê û heta PKKê.

Di dîroka Kurdan de belkî cara ewile ku Kurd, li Rojava, di bin sazîbûnekê de hatine ba hev û yekitiya xwe îlan kirin. Vê, hemû perçexwarên Kurdan şaş û matmayî hîşt. Çimkî heta roja îro Kurd, di çarçova armanceke hevpar û pîroz de nehatiye cem hev. Her tim hêlek hatiye xapandin û yê din jî nîvçe maye.

Serokê Kurdistana Başûr Mesut Barzanî, bi ezmûn û jîrekiya xwe, ji gaveke dîrokî re pêşengî kir û 16 partî û dezgehên cuda, di bin navekî de anîne ba hev û bi wan peyman mor kirin da. Tam di vê nêvengê de, gurê har xwe ji şaşiya xwe rizgar kir û careke din kete nav dek û dolaba. Di demek kin de me dît ku, hîn jî tifaqa Kurdan ne wek beton, wek kolikekê ye û bi bayekî bêwext cida hildiweşe. Mixabin bi vê hêviya her Kurdekî qurçimî û sewqa nav fikara kir.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu, li Tirkiyê bi rojan li dijî yekitiya Kurdên Rojava daxuyanî û tehdîdan şûnda, çû serdana Serok Barzanî. Piştî hevdîtina bi Barzanî re çû Kerkukê û ew serdana gellekî watedar bû. Bi awakî eşkere peyamek da Kurdan. Dûra jî, bi hin endamên Desteya Kurdî a Bilind re hate cem hev. Di vê civînê de PYD tine bû. Ew jî peyameke eşkere bû. Di çend rojan de l ser hev Kurdan 2 gol xwarin. Dûra nûçeyên hêvîşikend hatin. Endamê  DKBê yê PYDê eşkere kirin ku, hevdîtina bi Davutoglu re, ti haja wan jê tinebûye. Yê ku bi davutogşu re hatin ba hev jî piştrast kirin û gotin, belê me di cem xwe de civîn çêkir û haja herkesî jê tinebû.  PYDê daxuyand ku, ew ê êdî beşdarî civînan nebin.

Bi serdana Davutoglu a Kurdistana Başûr, yekitiya Kurdan dabeş bû.

Hûn siyasetê di nav Ecem û Ereb û Tirk de dikin, zemîn gellekî şemitok e. Xuyaye ku dîroke xwe dubare bike.           

Back to top button