Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) çawa rastî karesatekê hat

Lê hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş di bin zixit û zextên Cemîl Bayîk û PKKê da ragenad: “Em bi Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ra tifaqê nakin û em dê pişta Erdogan bişkênin. ”

Hamid Gewherî
Beriya hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015ê li Tirkiyê, Cemîl Bayik û Konseya Serokatiya PKKê ragihandibûn: “Eger HDP di hilbijartinan da bi ser bikeve û li Tirkiyê 10% dengan bi dest bixe, wê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê bi ser bikevin.” Di wan hilbijarinan da HDPê zêdetir ji 13% deng bi dest xist û 80 endam ji bo Parlamentoya Tirkiyê destnîşan kir û bi vê yekê jî kurd yên bakur dikarî bi AKPê ra hikûmetê pêk bînin û çend yasayan di berjewendiya kurdên yên li Tirkiyê da biguherînin û ev jî destkeftek mezin bû ji bo Bakurê Kurdistanê.
Kurd yên her çar parçeyên Kurdistanê bi vê bûyerê kêfxweş bûn, lê hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş di bin zixit û zextên Cemîl Bayîk û PKKê da ragenad: “Em bi Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ra tifaqê nakin û em dê pişta Erdogan bişkênin. ”
Teşwîqkirin û destwerdana PKKê di kar û xebatên HDPê da piştî hilbijartinê, Demîrtaş û endamên rêveberiya wê rêxistinê xapandin. Wan ku li ser navê gelên Tirkiyê beşdarî hilbijartinan kir bû, pişta xwe dan gelên Tirkiyê, bi taybetî gelê Kurd kir û yekrêziya gelên Kurd û Tirk têkdan.
Roja duşemê 20.07.2015ê, li bajarê Persûsê yê parêzgeha Ruha ya Bakurê Kurdistanê di encama teqînekê di civîna Ciwanên Sosyalîst da herî kêm 31 kes mirin û 101 kes jî birîndar bûn. Şevek piştî wê teqînê gerîlayên PKKê çûn mala 2 polîsan û di xew da ew kuştin, roja din jî baskê leşkerî yê PKKê berpirsatiya kuştina wan her du polîsan ragihand. Bi vê kiriyarê ji Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, 80 parlamenterên HDPê û rêxistina wan ra pirsgirêkek mezin çêkir.
Artêşa Tirkiyê, di bin navê têkoşîna li dijî terorê da, li dijî PKKê şer îlan kir û bi gumana hebûna gerîla yên PKKê bi top û firokeyan êrîşî deverên Başûrê Kurdistanê kir û di encamê da ziyanên mezin yên canî û aborî gihandin gelê Bakur û Başûrê Kurdistanê.
Roja Pêncşemê 23.07.2015ê gerîlayên PKKê li Amedê polîsek kuştin û yek jî birîndar kirin. Roja 24ê Tîrmeha 2015ê polîsên Tirkiyê 250 kes li Stenbolê û li 22 bajarên din bi tometa hevkarîkirina DAIŞê û PKKê desteser kirin û di heman demê da baregehên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û baregehên PKKê li Başûrê Kurdistanê bi top û firokeyan bombekirin û hijmara girtiyan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji 2000 kesan derbas kir ku, di nav wan da çend Serokşaredarên HDPê jî hebûn.
Roja Çarşemê 29.07.2015ê, gerîlayan boriya petrolê ya Başûrê Kurdistanê bo Tirkiyê li parêzgeha Şirnexê teqand, roja 30.07.2015ê, baskê leşkerî yê PKKê berpirsatiya wê teqînê ragihand. Ev di demekê da bû ku, Konseya Serokatiya PKKê dizanî ku bûdce û mûçeyên xelkê Kurdistanê bi rêya hinartina petrolê tê dabînkirin û hikûmeta navendî ya Iraqê jî ew 18 meh bûn bûdceya Kurdistanê birî bû.
Li gor rapora Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, PKKê bi wê kiryara xwe, nêzîkî 250 milyon dolar ziyan bi Herêma Kurdistanê gihand ku bi qasî mûçeya mehekê ya hêzên ewlehiyê, Wezareta Navxwe û Pêşmerge yên qehreman yên Kurdistanê bû.