CîhanRojev

Parlemetoya Fransa komkujiya Kurda pesend nekir…

Parlamentoya Fransayê ji bo naskirina Komkojiya li dijî Kurdan a li Başûrê Kurdistanê deng da û di encama de komkujiî pesend nekir. Civîna parlementoyê de 26 parlementer amadebûn û ji wan 17 parlementera li dijê projeya komkujiya kurda deng dan û proje nehat qebûl kirin.

ew parlementerên ku li dijû erêkirina komkujiya kurda deng dayin daxwaz kirin ku, divê behtir di vû derbarê de lêkolin bêne kirin û dîroknas dîtinên xwe bêjin û cardin bila ev proje werê parlementoyê.

Bû guman di nirxandinên cuda li ser vê yekê têne kirin, ji aliyê kurdan û cihanê hemûyê ve komkujiya li dijê Kurda li başûrê Kurdistanê hati kirin têzanin. Lê piraniya caran welat li gora rewşa siyasî van projeyan pesend dikin yan jî li dij derdikevin.

Projeya di derbarû naskirina komkujiya kurdan de, ya ku pêşkêşî Parlementoya Fransayê hati kirin:

  1. Tawanên hikûmeta Iraqê beramber Kurdan wek jenosîd û tawanên dijî mirovayetiyê bide nasîn
  2. Jenosîd û tawanên dijî mirovayetiyê şermezar bike û piştîvaniya xwe bo gelê Kurd tekez bike
  3. Daxwazê ji hikûmeta Fransayê bike daku bi fermî wan tawanên hikûmeta Iraqê beramberî Kurd kirine, bi tawanên dijî mirovayetiyê û jenosîdê bide nasîn û şermezar bike Daxwazê ji hikûmeta Fransayê bike, eger pêwîst kir, di çarçoveya peywendiyên dualî û firealî ligel Iraqê kar bike, da ku derd û êşên Kurdan û endamên malbatên qurbaniyan ku dîtine qerebû bike
Back to top button