CivakRojev

Çeteyên Ciwanên Şoreşger 9 zarok revandin

Çeteyên Ciwanên Şoreşger li Rojavayê Kurdistanê di revandin û biçavkirina zarokan de berdewam in, herî dawî zarokek ji derbederên Efrînê li Helebê revand .

Jêderek xwecihî taybet ji Helebê ragihand ku 25/11/2021 çeteyên Ciwanên Şoreşger zarokê 13 salî yê bi navê Îsam Muhemed Îsa ji nava dibistanê li taxa Şêx Meqsûda Helebê revand û berev cihekî nediyar ve birin , û ta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Li gorî heman jêderê daye zanîn zarokê revandî bi xwe xelkê gundê Qetme yê bi ser Efrînê ye , û li taxa Şêx Meqsûd li Helebê li gel malbata xwe neştecîbû .

Di heyama heftiya bûrî de Çeteyên Ciwanên Şoreşger 9 zarokên Kurd yên jêr 18 salî ji bajarên Amûdê , Qamişlo , û deverên Şehbayê li Helebê revandine , û ta roja îro çarenivîsa wan zarokên revandî nediyar e.Darkamazi

Back to top button