Civak

Parlemento ji bo aloziyê dicive

Şêwirmendê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Mecîd Salih, li ser helwesta parlamentoyê li ser alozî bi taybet bûyerên duh ên bajarokê Qeladizê ji Rûdawê re got, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê beriya ku bûyerên Qeladizê biqewimin bang li welatiyan kiribû aramî û tenahiya bajaran biparêzin.Mecîd Salih her wiha da zanîn, Serokatiya Parlamentoyê niha li ser rewşê gotûbêj dike û dê roja duşemê (12ê vê mehê) civîneke awarte li ser alozî û xwepêşandanên vê dawiyê yên Başûrê Kurdistanê pêk bîne.Li ser çareserkirina kirîza serokatiyê jî şêwirmendê Serokê Parlamentoyê got, diviya ew pirsgirêk di nav parlamentoyê de hatiba çareserkirin lê Serokatiya Parlamentoyê derfet da partiyên siyasî ji bo ku di nav xwe de çareser bikin. Lê eger wan jî nekarî çareser bike wê çaxê divê pirsgirêk di parlamentoyê de were çareserkirin.Duh li bajarokê Qeladizê li parêzgeha Silêmaniyê, di encama derketina şer û aloziyan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 15 kes jî birîndar bibûn. Di bûyeran de hinek avahiyên PDKê hatibûn şewitandin.

Back to top button