Polîtboriya PDKê ragihand ku, îro li Qeladizê bi handana aliyekî siyasî û bê hebûna ti hêncetekê, berê wan xwepêşanderan ber bi baregeha PDKê ve hat guhertin, di encama hewldana destdirêjiyê li ser baregeh û kadro û pêşmergeyên ber baregehê, mixabin bûyereke nexwestî û nexweş rû da.Ev jî tekesta daxuyaniya Polîtburoya PDKê ye:Îro li Qeladizê bi handana aliyekî siyasî û bê hebûna ti hêncetekê, berê wan xwepêşanderan ber bi baregeha PDKê ve hat guhertin, di encama hewldana destdirêjiyê li ser baregeh û kadro û pêşmergeyên ber baregehê, mixabin bûyereke nexwestî û nexweş rû da.Di vê rewşa hesas a Kurdistanê de, hewldan bo zêdekirina tevliheviyê û têkelkirina pirs û kêşeyên ji hev cuda, ti pirsgirêk û qeyranekê çareser nake, û tenê xizmeta dijmin û neyarên Kurdistanê dike.Di vê demê de, berpirsyaretiya başkirina rewşê dikeve ser milê hemû aliyan. Pêwîst e polîs û asayişa wan deverên ku alozî li wan hene, bi başî bi karê xwe rabin û baregeh û ser û malên kadroyên me biparêzin ji destdirêjiyê.Nabe sivkatî bi baregehên me bên kirin û nabe lêpirsîn neyê kirin yan hewl neyê dan bo barastina wan.Her destdirêjyek li ser baregehên me û ser û male kadroyên me,  bê bac û berdêl nabe.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: