CivakPolîtîk

Goran ji bo armancên siyasi xelk daxistin kolana

Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê ragihand ku, ew wek PDKê ligel daxwazên xelkê ne, lê nabe siyaset tevlî daxwazên xelkê bê kirin, ji ber ku xelkê duhî daxwaza mûçeyan dikir û îro çûne pêşiya cihê civîna aliyên siyasî, ku piraniya wan alîgirên Goran in û Gora new xelk ji bo armancên xwe yên siyasî derxistine xwepêşandanê.Faris Newrolî, Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em pişta xelkê digirin, ku em xema derengketina mûçeyên wan dixwin. Pêwîst e Hikûmeta Kurdistanê guh li daxwazên wan bigire, ne ku aliyên siyasî wan han bidin. Piraniya wan alîgirên Goran in û Gora new xelk ji bo armancên xwe yên siyasî derxistine xwepêşandanê.”Newrolî wiha got: “Em wek PDKê dibînin ku daxwazên xelkê rewa ne, ku daxwaza av, kaeba û xizmetan dikin, lewma em pişta wan jî digirin, lê bila siyaset nekeve nav wan daxwazan û aliyên siyasî daxwazên wan di berjewendiya xwe de wek ku îro Goran kir, ji xwe re bikar neyinin.”

Back to top button