CivakPolîtîk

Erîşê avahiya PDKê kirin

Xwepêşanderên bajarokê Qeladizê êrişî qayimqamiyetê û piştre bi kevran û guleyan êrişî baregeha PDKê kirin. Kadroyê PDKê di nava baregehê de ti gule bernedane wan.Hemîd Qeladizê, kadroyê pêşkeftî yê PDKê li Qeladizê ji malpera KDP.info re ragihand: “Çend sed kes ku zarok û cahil in, piştî ku ku êrişî avahiya qayimqamiyetê kirin, piştre berê xwe dan baregeha PDKê û daxwaz ji me dikin ku em jê derkevin.”Wî kadroyê PDKê wiha got: “Em xelkê bajêr in û em xelkê baş nas dikin, lê em nizanin çima ev çima wisa êriş î me dikin bi kevir û guleyan. Em nizanin çi ji me dixwazin.”Hemîd Qeladizê wiha domand: “Qayimqam û berpirsekî Tevgera Goran niha li di baregeha de li cem me ne û dizanin em tenê di hindur de ne û haya me ji birîndarbûn û mirina ti kesî li derve tine ye. Dibe ku ji bo çêkirina fitneyekê wan gule avêtibe hev, da ku bikeve milê PDKê.”Wî kadroyê PDKê wiha got: “Hemû dizanin ku me çend caran pêwendî bi asayiş û polîs û gelek berpirsên Qeladizê re kiriye (ku ser bi YNKê ne), lê ti kes ji wan bersiva me nadin û nayên bi hewara me ve û agirekî bi vî agirî danakin ku dê me bişewitîne. Em ne guleyan berdidin wan û ne jî jî me ti gule berdane wan.”

Back to top button