Civak

Parlamentoya Kurdistanê serdana Qilabanê dike

Parlamenterê Kurdistanê, Ehmed Wertî, diyar kir, şandeke parlamentoya Kurdistanê dê sibê serdana bajarê Şirnexê yê  bakurê Kurdistana  bike û sersaxiyê bide malbatên mexdûr ên komkujiya gundê Roboskî. 

Ehmed Wertî di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got:

Piştî ku hemû fraksyonên parlamentoyê daxwaza serdana malbatên mexdûrên bûyera Şirnexê kirin, serokatiya parlamentoya Kurdistanê jî qebûl kir ku şandeke parlamenteran sibê serdana devera Şirnexê bike. 

Wertî diyar kir ku, di vê serdanê de, şandeya parlamentoya Kurdistanê dê digel malbatên qurbaniyên bûyerê, yên ku demekî beriya niha ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hatibûn kuştin, bicivin û hevxemiya parlamento û xelkê herêma Kurdistanê ji wan re parve bikin. 

Şeva 28.12.2011ê, di encama êrişa balafirên şerî yên Tirkiyeyê de, 34 gundiyên Roboskî yê Qilabana Şirnexê hatibûn kuştin. 

Back to top button