CîhanRojev

Parlamentoya Ewropayê spasiya Kurdistanê kir

Serokiya Desteya Karûbarê Iraqê li Parlamentoya Ewropayê daxuyaniyek derbarê serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Iraq û Herêma Kurdistanê belav kir, tê de tîne ziman ku Herêma Kurdistanê “Ziyana tundûtûjî û ajîtasyona destê DAIŞê radestî Papa Francîs kiriye.” Herwiha Serokiya Desteya Karûbarê Iraqê li Parlamentoya Ewropayê spasiya Iraq û Herêma Kurdistanê dike ku bi awayekî germ pêşwazî li Papa Francis kirine.

Derbarê serdana Papa bo Herêma Kurdistan û Iraqê de Serokê Biwekaletî yê Desteya Parlamentoya Ewropayê Domenec Ruiz Devesa dibêje: “Serdana Papa Francîs a bo Iraq û Herêma Kurdistanê belgeyeke bihêz a hêvî û pêkvejiyanê ye ku ji bo xelkê dibe palpişt ku salekê bi destê tundûtûî û desttêwedana di rewşa abûrî û ewlehiyê de azar dikişadin.”

Li cihekî din jî Domenec Ruiz Devesa behsa pêşwazîkirina li Papa Francîs û nimêjkirina wî ya li Stadyuma Frenso Herîrî kir: “Papa Francîs li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ya ku ji aliyê DAIŞê ve rastî wêrankarî û tundûtûjiyê hatibû, rêûresmeke ayînî bi rê ve bir.”

Papa Francîs çar rojan li li Iraq û Herêma Kurdistanê ma, di daxuyaniya Parlametoya Ewropî de hatibû: “Ev pêşwazîkirina germ a li Papa bo Iraq û Herêma Kurdistanê serkeftineke mezin e”, her wiha Domenec Ruiz Devesa hêvî dike ku ev serdan ji bo pêkvejiyaneke geş a li nav Iraqiyan bibe destek, û hema hêvî ji Kristiyanî û pêkhateyên li Iraqê kir ku xwedîmafekî têkûz, azadî û berpirsyartiyekê bin. 

Devesa dibêje: “Ev serdana ku Papa pêk anî, ew stem û şerê taîfiyê yê ku Kristiyaniyên Iraqê di nava 10 salên çûyî de dîtibû, herwiha amaje bi dilgiraniya Papayê Vatîkanê ya der barê tevkujî û revandina bi hezaran Kurdên Êzidî yên bi destê DAIŞê jî kir.”

Roja 5ê Adara 2021an li Bexdayê bi amadebûna serokomar, serokê parlamento û serokwezîr ên Iraqê pêşwazî li Papa hat kirin. Papa gotarek pêşkêş kir amaje bi vê yekê kir: “Divê ayîn di xizmeta aştî û biratîyê de be, nabe ku navê Xweda ji bo kuştin û terorê were xebitandin.”

Li aliyekî din jî Papa got: “Ez hatim ku aştiyê li gel xwe bînim û me gelek caran bi navê aştiyê ji Iraqê re nimêj kiriye.” Ji berpirsên Iraqê jî xwest ku berjewendiyên taybet bidin aliyekî û hilgirtina çekî sînordar bikin, xwesteka wî ya sînordarkirinê ji bo tevahiya cîhanê bû.

Panoramaya serdana Papa Francîs bo Iraq û Herêma Kurdistanê

Roja din Papa serdana bajarê Necefê kir û li gel, Lêvegerê Bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî civiya. Di heman rojê de Papa serdana Ur, warê şaristanî û mêjûyî, şar û warê jidayikbûa Pêxember Îbirahîm ê navdar kir.

Sibeha roja 7ê Adara 2021ê, Papa ji Bexdayê giheşt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ew jî yekem serdana Papa bû bo Hewlêrê ku wekî serdaneke mêjûyî tê dîtin. Serokê Herêma Kurdistanê di dema pêşwaziyê de amaje bi vê yekê kir: “Em bi hemî pêkhateyê Kurdistanê ve, bi vê serdanê şanaz in û her li gel aştî û danûstandinê ne.”

Piştî serdana bo Hewlêrê, Papa Francis li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û berpirsên din ve malavayî lê hat kirin.

Back to top button