PolîtîkRojev

Peyama pitşî seredanê

Piştî seredana Papayê Vatîkanê ya ji bo başûrê Kurdistanê bi dawî hatî, Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistabê di peyamaekê da wê seredanê dinirxîne û wê serdanê bi rêz û qedrek mezin wesif dike û dibêje ku tevî rewşa deverê ji aliyê emin  û tenahiyê ve nebaş bû jî lê Papayî seredana xwe encam da.

Nêçîrvan Barzanî dibêje ku ew bi hemû awayî piştevaniya payama Papayî ya aştî, lêburîn, pêkvejyna û hevduqebûlkirinê dikin.  Payama Papayî dijî kîn, şidet û terorê bû ku ev hemû beşkin ji buha û nirxên bingehîn yên  civaka Kurdistanê.

Barzanî dixwaze ku Bexda û Hewlêr jî bi canê wê peyamê pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Teksta peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Bi rêz û pêzanînêke mezin ve li serdana Papayê Pîroz ya Iraq û Herêma Kurdistanê dinêrîn ku ji bilî nebaşiya rewşê, rijd bû li ser encamdana serdana xwe. Pir bi dil spasiyê lê dikim. Pesnê Papayê Pîroz ya ji bo kultûra pêkvejiyan û lêborîniya li Kurdistanê cihê serbilindî û serfiraziya me ye.

Gelek spasî hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê dikim ku bi dilgermiyeke mezin ve beşdariyê li rêwresma pêşwazî û mêhvandarîkirina Papayî Pîroz da kirin, bi taybetî rêzdarên mamostayan û kesayetiyên olî yên misilman û hemû ol û mezhebên dinên Kurdistan û Iraqê. Ewan wêneyeke xweşika şaristaniya resen û rastiya pêkhatên gelê Kurdistanê û kultûra lêborînî û pêkvejiyan û birayetiyê nîşanî hemû cîhanê dan. ‌

Ji bo kevandina birînên ceng û tundiya li Iraqê, her wekî Nimêja Hewlêrê da Papayê Pîroz got çareser “tenê lêborînî û bexşindeyî û dilovaniye ku her ewe jî xwesta xwedaye ji mirovên xwe. Raspardeya yezdan ji bo me hebûna dilêkî bêgerde, bêgerd li kîn, bêgerd li dûberekî û helxeletandin û hêviyên tolhildanê”, bi berevajiyê ve tundî û tolhildan wekî ku Papayê Pîroz jî kerem kir “li gêjiyeke bê dawî de me niqûm dike”.

Em li Herêma Kurdistanê bi hemû awayekê piştgîriyê li peyama Papayê Pîroz ya aştî, lêborînî, pêkvejiyan, hevdû qebûlkirin, jêbirîna rik û kîn, tundî, teror û tolhildanê dikîn. Ew çemk û biha û nirx bingeha se‌rekiya civaka Kurdistanê ne û wekî herdem parêzgeriyê lê dikîn. Hêvîdarim li Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi giyanê wê peyam û bihayan kêşe û nakokiyan çareser bikîn.

Spasî hemahengiya di navbera Hikûmeta Federaliya Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wan hemû aliyên peywendîdaran dikim ku wiha kirin ku ev serdana dîrokî li asteke bilind da li rûyê protokolî û rêkxistin û asayîşê ve, hêja û bi rêkupêkî birêve biçê.‌

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08/03/2021


Back to top button