Dosya

Parlamenterekê Îraqê: Nûnerê PKKê li Bexdayê ye

Endamekê parlamentoya Îraqê eşkere dike ku nûnerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ê li Bexdayê ye û ew hatiye daxwaza alîkariyê ji berpirsên Bexdayê bike.Macid Şingalî endamê parlamentoya Îraqê dibêje ku PKK neamadeye ji Şingalê derkeve û hikûmeta Îraqê piştgiriya PKKê dike.Şingalî eşker dike ku, PKK li devera Şingalê çalakiyên çekdarî dike û li gor biryara parlamentoya Îraqê çalakiyên çekdarî yên rêxistinên biyanî li sertaserî Îraqê qedexekirine, lê Bexda li hember çalakiyên çekdariyên PKK bêdeng e. Heşda Seebî miaş, çek, cebilxane û amêrên leşkerî bi PKKê dide.Macid Şingalî endamê parlamentoya Îraqê dibêje ku, niha fermandarekê PKK bi navê Seîd Hesen çar roje li Bexdayê ye û daxwaz alîkariyê li Dewleta Yasa a Nurî Malikî û Hibula dike.

Back to top button