Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê nakeve, ji ber ku îradeyeka bihêz heye

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê bi amadebûna hijmarek wezîr û berpirsên hikûmetê, Avahiya Serokatiya Dadgeha Pêdaçûna Duhokê vekir.Nêçîrvan Barzanî di peyvekê de bal kişande ser hin pirsên niha yên deverê, Îraqê û Kurdistanê û xuya kir çêkirina her welatekê li ser sê bingehên sereke ye. Yek ji wan damezrawên dewletê ye, ya din serweriya yasayê ye û ya sêyem jî pirsa demokrasî û mêdiya u azadiya xuyakirinê ye. Eger yasa serwer be, her dû bingehên din dezgehên dewletê û azadiya xuyakirinê bi hêsanê dihên parastin.Her wiha got me wek pêwîst damezrawên dewletê nine, lê bi manaya vê yekê nine me hewl jê re nedaye, damezrawên dewletê kultûr e, piroseyek e li ser xwe dihê bi cih anîn û pêwîstî bi çend salan heye. Hin welat 50-60 yan 100 sal derbaz kirin  heya karîn bêjin me dewleteka damezraw heye.Gelê Kurd çi demekê derfeta xwe rêvebirinê jê re nehatiye dan. Piştî sala 1991, em ji deshilateka pêşmergatî û şoreşgêrî  bo desthilateka sivîl hain û hêdî hêdî em hatine pêş. Lê ewa ku niha heye piştî sala 2004 destpê kir.Derbarê bi cih anîna serweriya yasayê li Herêma Kurdistanê, Serowezîr amaje bi vê yekî da nabe pirsên taybetî bibine pêwer ji bo biryardanê. Ji ber ku dadwer dibe bi wijdana xwe biryarê bide. Divê dezgehên din wek polîs, asayiş, pêşmerge û partî alîkariya dadgehan bikin. Serweriya yasayê bi şew û rojekê bi dest nahêt. Eger dezgehên emnî û serbazî alîkar nebin, çi demekê yasa bi cih nahêt.

Serokwezîr her wiha got li Herêma Kurdistanê wek pêwîst serweriya yasayê nine, wek welatên pêşketî. Lê divê kar ji bo bi dest anîna wê bihê kirin. Demokrasiya me jê seqet e, her kesek her tiştekê bixwaze bibêje, çi raste be yan derew, derfet jê re heye li dezgeên ragihandinê bêje û çi lêpisînek li ser nine û bê sinor e û diyar nine ku ev nûçe raste yan derew e. Çi hisabek li ser nine, ser ji xelkê têkdane ku nikarin rast û derewan ji hev cuda bikin û guhdariya kîjan bikin u baweriya xwe bi kîjan ji wan bûnin. Ji ber ku çavdêrî û jê pirsîn nine û çi maf û hisabek tevî wan nahê kirin, lewma bi kêfa xwe her tiştekê bixwazin dibêjin.Derbarê sê salên dijwarên borî yên Herêma Kurdistanê jî, jamje bi vê yekê da me sê salên dijwar derbaz kirin, bawer nakim li Kurdistanê astengên ji wan sê salan mezintir hebin. Piştî  Şubata 2014 dema  bi hêceta şandina petrolê bo derve, pişka budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê hate qutkirin, lê eva rast nebû, me li Gulana 2014 dest be şandina petrolê bo derve kir, ne li Meha Şubatê, ku eva bo xwe gefek bû.Her derbarê sê salên borî, xuya kir hatina DAIŞê şoka duyem bû ku derbeyeka mezin ji pêşketin û avedankirin û bi hev re jiyana Kurdistanê  û deverên Kurdistanê da û ta niha me nêzîkê 1700 şehîd û nêzîkê 10 hezar birûndar heye.Serokwezîr derbarê têgihiştina xelkê ji vê qeyranê xuya kir çi welatek li cîhanê nine, ege berxwedan û têgihiştna gel nebe, bikare xwe ji ber ew hemû pirsgirêkan bigire. Lê têgihiştina gelê me  ji bo vê rewşê cihê rêz û pê zanînê ye. Çi Hikûmetek naxwaz e destkariya mûçe yen her tiştekî din yên gelê xwe bike. Ewa me kir ji ber naçariyê bû û spasiya gelê xwe dikin ji bo vê tigihiştinê.Nêçîrvan Barzanî her di peyva xwe de amaje bi hin pirsên girinên rewşa nihaya Kurdistanê, şerê terorê û Musilê û qurbanîdan pêşmerge û baştir bûna rewşa abûrî kir u hêvî xwast rewşa darayî ya Kurdistanê li saLa 2017 baştir bibe û Encumena Wezîran biryar daye dest bi dana mafên darayê yên kontrakçiyan bike ku heya niha 3600 piroje hate rawestandin.Her wiha got qezr li Turkiya  dihé wergirtin ji bo wan kompaniya yên turkî û nawxweyî ku bi hev re kar dikin ji bo vê yekê bikarin careka din dest bi pirojeyan bikin.

Dilgiraniya xwe jî derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê nîşan da u xuya kir du salan berî niha karê pêşekiyê me şerê terorîstên DAIŞê bû, nek çi madeyek drust e yan şaş e, yan ewa ku li parlemanê qewmî, ewdem pirsa sereke ewe bû em çawan li hember dagîrkariya DAÛŞê berevaniya ji xwe bikin. Lê niha karê pêşekiy me hatiye guhertin û em bi hemê şiyana xwe hewlê didin çareseriyekê ji bo pirsên siyasê vebînin.Derbarê aloziya navbera Pêşmergên Roj û çekdarên PKK, Nêçîrvan Barzanî xuya kir helwîsta me li ser vê bûyera ku li Xanesorê qewmî, gelek eşkere ye, dema ku birayên me li Sûrye pêwîstî bi yarmetya me hebûm, me pêşmerge şandin û alîkariya wan kir ji bo rizgarkirina Kobanê, Dema erka me dawî hat, ji me re gotin erka we bi dawî bû û vegerin, em jî bi spasî vegeriyan û me ne got divê em li Kobanê u gundên derdora wê bimînin. Wan li sala 2014 alîkariya xelkê me kirin, lê eva bi manaya vê yekê nine divê li vê deverê bimînin, hebûna PKK li devera Şengalê dibe sedema na aramiyê û avedan nekirina deverê. Me erkî xwe li Kobanê bi cih anî û divê ew jî li devera Şengalî vê yekê bikin. Em hez ji şer nakin û me niyeta şer jî nine, lê em dixwazin Şengalê avedan bikin û xelkê me ji bo deverên xwe vegerin û welatê me bi xweşî avedan bibe. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: