Parka Azadî li Duhokê
Bi merema pitir xizmetkirina welatiyên parêzgeha Duhokê û dana rûyekê geşê şaristanî bo senterê bajêr, bi hewlên hikumeta herêma Kurdistanê û li jêr çavdêriya kargêriya parêzgeha Duhok duhî di marasimeke hejîda pirojeyê park û panorama Azadî li Duhokê hate vekirin.
Di merasima vekirina parka navbirî da ku, Temer Remezan waliyê Duhokê û hejmareyeka berpirsên hikumî û partiyan, rewşenbîr, rojnamevan, pêkhateyên cudayên parêzgehê û cemawerekê mezinê deverê berhevbûn, park û panorama Azadî ji layê waliyê Duhokê ve hate vekirin. Paşî berhevbûyan bi hevra geriyanek di nav parkê da kir û hevdem tîpên cudayên muzîkê bi lêdana parçeyên muzîkê û gotina stiranan pêşwazî li mêhvanên parkê kir.
Hejî gotinêye ku pirojeyê park û panorama Azadî li ser budceya hikumeta herêma Kurdistanê hatiye bicihînan û 10 milyar dînar li vî pirojeyî hatîne xerc kirin. Peyker û dîzayna pirojey ji aliyê hunermendê peykersaz Ednan Şîno ve hatiye dirustkirin.
Temer Remezan waliyê Duhokê bo dezgehên ragehandinê axift û got:
– Ev parke bi pirojeyekê here giringê senterê bajarê Duhokê dihête hejmartin, çunkî park û panorama Azadî dê xizmeteka here mezin bo gişt tex û çînên bajarî ket, bi taybet texa hunermend û rewşenbîran ku dişên baştir ji vî pirojeye sûdemend bibin.
Tê çaverêkirin ku ev parke bibîte cihekê tûrîzmiyê mezin do xelk û mêvanên bajarê Duhokê.
War