Goran zaniyariyan dide îstîxbarata Îranê

Rojanemya Rojname organa bizava Goran a bi serokatiya Newşêrwan Mistefa di rûpelê 3 a hijmara 565 de raporekê li ser budceya herêma Kurdistanê dinivîser û tê de diyar dike ku partiyên siyasiyên rojhilata Kurdistanê her meh budceyeke taybet ji hikûmeta herêma Kurdistanê werdigirin. Ango organa Goranê ji karbidestên Îranê re diyar dike vaye partiyên siyasiyên opozisyona rêjîma Îranê li herêma Kurdistanê hene û her meh jî budceya wan ji hikûmeta herêma kurdistanê tê.

Vê nûçeya rojnameya Rojname serêşiyeke gelek mezin ji hikûmeta herêma Kurdistanê re dirust kiriye.

Çavdêrên siyasî li ser vê teserifa organa Goranê dibêjin ku Newşêrwan Mistefa serokê Goranê divê careke din xwe li ser hisabê partiyêm siyasiyên rojhilata Kyrdistanê yên dijî Îranê xwe şêrîn bike û têkeliyên xwe bi îstîxbarat Îranê (Îtîlaat) re nû bike.  Çunkî her di kevên de Newşêrwan di nva YNK ê de weke zelamê îstîxbarat û Pazdarên Îranê dihat binav kirin û ev yek di gorata Celal Telabanî de ku, pêşkeşê konferensê YNK kit bû, pir bi eşeker dixuyê ku Newşêran Misteva têkeliyên xurt bi sopayê Padaran û Îtîlaatê re hebû.

Nûçeya rojnameya Rojname li ser budecya Kurdistanê
http://issuu.com/rozhnama/docs/rozhnama_565?viewMode=magazine
Malpera Baztab a îranî nûçeya ji rojnameya Rojname werdigire û  bi zimanê farsî di weşîne
http://baztabnew.mihanblog.com/post/484
Malpera Tabnak her eynî nûçeyê ji Rojnameye Rojname digire û bi zimanê farisî diweşîne
http://tabnak.ir/fa/pages/?cid=83434

Nêrînek

  1. heker ev rastbe,ruresiyek ya heri mezine.\nxudaye mezin tucar ruresiyek wilo mezin neyne sere insan.wek te xuyakirin gomane\ngo li ser gorane dihatin diyarkirin ne valabun.di wextekide musteva nojirvan di dile milete kurd de xwedi ciheki giringbu.\nle mixabin roja iro te xuyagirin go wi cameri li londone feri tijte xwe firotine buye.ji durketina kurdistane,\nu mayina wiye li londone te xuyagirin go ew camere heja di esta netewayide daye guherandin.le heker go ev tijte ten kotin rastbin,disaji hefiya me kurda ewe go ef camer rasti derewa hatibe.jiber go em milete kurd ticar u ticar yek wek cameren,mustafa nojirfan\nli konaxa ihaneta netewi naxwazin bibinin.jiboni go ji hemi roja betir.di\nroja irode bi yek girtina netewi pewist\nbun heye.ez disa dibejim u ji xudaye mezin dixwazim go gotinen li ser goran u seroke we mustafa nojirfan ten gotin\ngo ne rastbin.le mixabin tefgeriya goran\nbi gelek helweste xweyi wek dayinu standine bi tirkmenare u yen dire,em bixwazinji nexwazinji bi xwere gomana di\nxulikine.

  2. Di zagonên dewletan de, curmê/siza sîxuurîyê êdam e/ku$tine. Gelo desthelatdarê me çawa gor zagona navnetewî dewletekî serbixwe ava bikin.! Yanê kurt-Kurmancî, curmê New$orvan êdam e. Eger wusa nebe desthelatdarîya me nikare bawerîyê bide me.. Dema ku pêbawerî lawaz bû wê demê jî desthelat nikare netewa Kurd tawanbar bike. Li berku desthelat, bi xwe gor ber$ewendîyên Kurd û Kurdistanê, carna lawaz dixebitin.\nBimînin di xwe$îyê de.\nTêbinî; neyê bîrakirin, ku pi$tgirê New$orvan di helbijartinan de jî, erî$ Ala ya Kurdistanê kirî bun.

  3. Newşêrwan qatilê xwendekarên keçe li Silêmaniyê sala 1970, Newşêrwan muhendis û pilan danerê şerê Hekarî bû ku li sala 1977 hemû hêza YNK ( 1000 ) Pêşmerge hêriş kire ser Liqa yek a PDK li devera ( Bazê û Tovê ) li Hekarî û têde bi dehan Pêşmerge ji herdû aliyan şehîd û birîndarbûn û hêza YNK a ku ji şer rizgar jî bû teslîmî rejîma Sedam bû. Newşêrwan Mustefa dîsan careke din pilandaner û biryarderê şerê birakujî bû li sala 1994 ku ta 1998 vekêşa û bi deh hezraran Pêşmergên herdû aliyan têda şehîd bûn û azadiya başûrê Kurdistanê kete ber xetereka mezin ku hêjî kurd ji encamên vî şerî rizgar nebûne. Piştî YNK û PDK li hevhatîn dîsa Newşêrwan ne dixwest ku ev li hevhatine pêkbê lê ji ber ku YNK êdî taqeta şer û teşqelên wî nemabû û vê carê bi a wî nekir û bi PDK re li hevhatin û Newşêrwan jî ji bo ku hem nekeve nava vê yekbûnê hem jî wê xirab bike ji YNK veqeta û di demeê 2 salan de bi deh milyonan pare ji dujminên kurd û Kurdistanê wergirtin û dîsa dest kir bi fitne û duminatiya Kurd û Kurdistanê,berî çend mehan Perlemanterê Newşêrwan di perlemana Kurdistanê de got” Pêşmerge çete û rêgir û dizin ” !!! Û Paşî nunerê Newşêrwan çû Mosilê bi Baasiyan re hevpeymanî li dijî Kurdistanê çêkir. vaye îro Newşêrwan hem li Kurdistanê û hem jî li dervey welat kempanyek destpêkiirye ji bo reş kirin û kirêt kirina navê Kurdistanê û Hewlêra paytexta başûrê Kurdistanê bi ” Paytexta teror, Tirs û kuştinê bi nav dike” û li rojeka ewqas giring ji bo kurdan ku vegerandian Kerkuk û gelek meselên din yên giring li ber sînaga kurda ne wan bi tiştekî din ve mijûl dike ji bo ku Baasî û dujmin dîsa zora kurda bibin û wan vegerînin salên 1980.\r\nSed mixabin ku caşatî bûye parçeyek ji kultûra kurda û pêsîra wan bernade.

Nerîna min :