Cîhan

Almaniya ofîsa têkeliyên bazirganiyê li Hewlêrê vekir

Duhî êvarê roja çareşmiyê li Hewlêrê bi amadebûna Sînan Celebî wezîrê bazirganiya hikûmeta herêma Kurdistanê, Karl Ernest Brawner cîgirê wezîrê bazirganiya derve ya Almanya, berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta Kurdistanû, waliyê Hewlêrê û hijmareke wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, di merasimeke hêjada ofîsa têkeliyên pîşesazî û bazirganî ya Almaniyayê hat vekirin.

Di merasimê de Karl Ernest Brawner cîgirê wezîrê bazirganiya derve ya Almanya gotarek pêşkeş kir û wî di gotara xwe de got: vekirina ofîsa bazirganiyê li pêşiya derfetên karî di navbera kompaniyên îraqî û almanî deriyekî din vedike û ev yek jî armanca me ya serkeye ji vekirina vê ofîsa têkeliyên bazirganî li Hewlêrê. Bi tenê du ofîsên bi vî awayî li Îraqê hene û yek ji wan li herêma Kurdistanê ye, ev jî dê bibe sedemê xurtkirin û berfirehkirina çalakiyan di warê aborî û bazirganî de.

Herwesa Karl Ernest Brawner cîgirê wezîrê bazirganiya derve ya Almanya got: Herêma Kurdistanê herêmeke aram e û jiber hindê me biryar girt ku em vê ofîsa têkeliyên bazirganî li Hewlêrê vekin. Em ji pêşeroja herêma Kurdistanê piştrastin. Mexseda me ne bi tenê kar û çalakiyên bazirganî ne, em her wesa dê karên siyasî jî bikin.

Sînan Celebî wezîrê bazirganiya hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe de got ku vekirina vê ofîsa têkeliyên bazirganiyên almanî dê qazancekî mezin bigihijîne aboriya herêma Kurdistanê û got: Destpêke her karekî zehmete, lê ez di wê bawerê de me ku ev ofîsa têkeliyên bazirganiyê dikare çalakiyên bazirganî berfirehtir bike. Em jî weke wezareat bazirganiya herêma Kurdistanê dê hemû hevkarî û alikariyê ji serketina vê ofîsê re bikin.

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve di axaftina xwe ya bi vê minasebetê pêşkekirî de got: Hikûmeta herêma Kurdistanê her ji sala 2003ê ve siyaseta vebûna ber bi rûyê cîhanê ve girtiye ber xwe. Siyaseta hikûmet û serokatiya herêma Kurdistanê li ser wê baweriyê ye ku hebûna aboriyeke bihêz hokarê pêşketê ye. Em dixazin herêma Kurdistanê ji bo hemû Îraqê bibe deriyek bo avadankirina herêmên din yê Îraqê

Back to top button