Parîyek nan û piçek jiyan
Dayîka Gulê di meha rojîyan de, li wextê fitarê hat mala me.
Bi xwe re xwarin hanîbû. Min ew xwarin dît û hinek behna min fireh bû. Lê ew bêhnfirehbûn ji bo 2-3 sietan bû.
Dayika Gûlê wê şevê li mala me ma. Siet di 00.00ê de Dayika Gulê jî û kurên min jî raketîbûn lê belê min nekarîbû rakevim. Min xeyalê birçîbûna zarokên xwe dikir, min xeyal dikir ko zarokên min ji birçîna diçin mirinê. Hêstirên çavên min hedî hedî diçûn xwarê.
Êşa neçarîyê ez dikuştim, ji destê min ti tişt nedihat ko ez tiştekê bikim. Min heta sibê ew tişt fikirîn. Siet bûbû sieta paşîvê. (min dikarî ko bêfitar û bêpaşîv rojîyê bigirim lê belê zarokên min biçûk bûn. ..)
Dayika Gulê rabû ba min kir.
-Xezaaaaaal!
-…..(min dengê xwe nekir)
-Xezaaaal! Keçê rabe paşîvê çêke dereng e..
-….
Min dengê Dayika Gulê dibihîst, wê jî dizanîbû ko dengê wê dihat min. Lê min nedikarî tiştekê bibêjîm. Min dixwest ko ez wek razabûyîyan xuya bibim. Mixabin, li mala me tu tişt tune bûn ko ez jê re amade bikim. Rûye min jî tune bu ko ez bibêjîme xwarin tuneye.
Dayika Gulê rabû û çû mitbaxê. Li gora 10 deqîqeyan bi şûn de wegerîya
nîvîna xwe. Dengê wê hat, wê digot;
– Bêbextêêê, rebenêêê, nabêje ko xwarin nemaye, ji ber wê ranabe…
Mala min bişewite…
Dayika Gulê fêm kirîbû.
Hêstirên ji çavên min diçûn xwar, wek kêran ket ser dile min.
Stûna pozê min dişewitî. Neçarîya wê şevê, şerma min a mezin… ji mêrê min re hêrsa min… ji ber bi zarokên xwe re ketina min heta mirinê qet naçe ji bîra min…
Dayika Gulê birçî raket.. Serê sibe zû rabû û çû mala xwe…
Siet nêzika 07.00ê bû.
Zarok hê jî di xewê de bûn.
Mala me li Rihayê li taxa kevn, malakî kevn bû. Li ber derîyê derva du pêlek nerdigan(derîncik) hebû. Ez pexwas, serê min li ser destên min li ser nerdiganan rudiniştim û bi neçarîya difikirîm. Dengê kurê wê yê biçûk hat digirîya ji ber birçî bûbû şîr dixwest. (ew zarok, 10 meh bûn ko hatîbû dînyayê) lê mixabin ji birçîna di pêsirên wê de şîr nemabû. Ji wextê taştê re hindik mabû lê xwarin tûne bû. Li Riha 2-3 malbat merivê me tenî hebûn. Merê min Xelîl jî ji bo xebatê çûbû welatê xwe Diyarbekirê. Xelîlî gotibû heke karê min baş biçe; ez ê we jî bînim Diyarbekirê lê wî em nebirin ji ber ko wî îflas kirîbû.
Ji xwe em ji Diyarbekirê ji bo xebatê hatîbûn Rihayê. Lê belê karê me li Rihay jî baş nediçû.
Min 5 rojan berî jî ji Xelil re name şandîbû. Min gotîbû deynê me yê dikanan û xwedîye malê pir bûye, xwarin nemaye. An were vir, an me bibe an jî tiştekê bike.
Lê bersiv nehatibû..
Min li ber derîyê malê çend sietan ew tiştan fikrî. Hinek mabû kurên min rabin. Serê min diêşîya, destên min dihejîyan, laşe min vala bûbû.
Ji piiiiir dûr dengek dihat.
-eskiciiiiiiiiii (kevnkirrr)
Wek brûskê tiştek ket mejîyê min. Dema ko Xelîl li Riha bû, li barajê dixebitîbû xortumek hanîbû mala me. Xortûmêke nû û dirêj bû.
Ez lez bi lez bezîm mitbaxê. Min kêr girt destê xwe û çûm şaneşînê ko tê de xortûm hebû. Min xortum hinek jê kir û ez çûm ba eskîcîyî, min jê re got.
-Kekê min ev xortûm zarokên min perçe kirine edî kêrî me nayê, cîhe me teng dike.
Tê bi çiyê bigirî?
-Xwîşka min 2 tl dike.
-baş e.
Zarokên min rabûn zikên xwe bi tenê bi nanî têr kirin. Min jî li wan mêze kir û ez têr bûm. Lê hê jî ew îşkence neqedîyabû.
Îşkenceya taştê qedîya, ya fîravînê dest pê kir. Heta evarê min tu tiştek çênekir. Li wextê fitarê bêhna şîvê dihat ji mala cîranên me. Li mala me tiştek jî nebû. Min difikirî…. Serê min ditevizî. Kurê min ê mezin Azad 8 salî bû. Min ba kir wî. Min got zû here ba ke Dayika Gulê bila zû were ez pir nexweş im.
Heta dayika Gulê hat ez ji ser hişê xwe çûbûm….
Dema ko min çavên xwe vekirin Xelîl, xwesîya min, Xwezûrê min, tîyê min û birayê min li ber min bûn.
Azadê min jî li ber min disekinî.
Digot “Daye qurban tû nemrîîî!!!!” û digirîya.
Min bi tenê tiştekê got.
-Azad lawê min tu birçî yî?
te xwarin xwar?
Birayên te xwarine?
(Gül Demirdağ)
https://www.facebook.com/KomeleyaTevgeraCiwanenKurdistane/posts/596921947038766:0