Cîhan

Parêzerê lîderê Afrîkaya Mandela mêvanê Amedê ye

Rizoyê Xerzî/AMED-Parêzerê lîderê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela hate serdana şaredarê Sur a Diyarbekir Abdullah Demirbaş.  Parêzer Essa MOOSA ji bo ku hin agahiyan derbarê pirsgirêka kurd bi giştî û bi taybetî derbarê doza KCK’ê de derdora seatekê li şaredar Demirbaş guhdarî kir. Demirbaş derbarê doza KCK’ê de bi rengekî berfireh agahî dan Moosa. Wekî tê zanîn Demirbaş piştî ji doza KCK hat girtin û 5 mehan li zindanê ma, ji ber problemên xwe yê tenduristî serbest hate berdan û niha ji derve ve tê dadgehkirin.

Essa Moosa di destpêka Afixtina xwe de behsa pêvajoya ku niha kurd tê de derbas dibin kir û bi heman pêvajoya ku Afrîkaya Başûr tê de derbas bûbû anî berhev û wiha got: ‘ Li Afrîkaya Başûr em jî di heman pêvajoyê re deras bûn û tiştê niha ku ez li vir dibînim gelekî dişibe pêvajoya dawî ya çareseriyê ya ku welatê me tê de derbas bû, lewra jî hêviyên min ên xurt hene ku pirsgirêka kurd dê çareser bibe’.

Demirbaş jî di vê derbarê de hem hêviyên xwe û hem metirsiyên xwe yên ji vê pêvajoyê anîn ziman û wiha got: “Tevî ku hikûmet niha hem bi operasyonên leşkerî hem bi yên siyasî dixwaze pêşî li kurdan bigire ku siyasetê bikin lê kurd dîsa bi hemû hêza xwe ji bo çareseriyek demokratîk û aştiyane amade ne.  Ev hikûmet dema ku pêşiya siyasetê digire raste rast ji gelê kurd re dibêje berê xwe bide çiyê, siyasetê neke here çiya şer bike lê gelê kurd tevî hemû zilm û zorê dîsa riyên çareseriya demokratîk tercîh dike.”

Her wiha Demirbaş behsa hem konên çareseriyê û çalakiyên bêîtaetiya sivîl hem jî behsa pêvajoya hilbijartinan kir.

Di dawiya hevdîtina xwe de parêzer Essa Moosa spasiya şaredar Demirbaş kir û wiha got: “Ev cara sêyem e ku ez têm Tirkiyeyê, her carê min raporek derbarê pirsgirêka kurd de amade kiriye, di baweriya min de min gelek tiştên nû bihîstin û ezê ji van agahiyên we gelekî sûdê bigirin di rapora xwe ya bê de.”

  Her wiha Moosa behsa pêvajoya çareseriyê ya welatê xwe kir û got: “Berî her tiştî me komisyona heqîqetan ava kir”. Dawî jî got: “Ez hêvî dikim ku di serdana xwe ya çaremîn de ez gelê kurd azad bibînim û hêviyên min ji bo wê yekê gelekî mezinin”.

EuroKurd News

Back to top button