Civak

Parêzerê doza Dink kuştin

Îro parêzerek yê doza Hirand Dink, li Stanbulê di mala xwe de mirî hate dîtin. Wek tê zanên piştî kuştina berpirsê giştî yê rojnama Agos Hirand Dink gelek kes hatibûn girtin. Niha 5 kes ji wan girtiya di zîndanê de ne. Yek ji wan jî, Ogün Samast bi xwe ye. Ew bû ku yê Hirand Dink kuştî.

Ji berî niha dema mehkema wan dihat kirin, di salona dadgehê de minaqeşeyek di navbera kujerê Dink Ogün Samast û parêzer Hakan Karadag re derbas bû. Ogün Samast pêş heyeta mehkemê ve Hakan Karadag bi kuştinê tehdît kiri bû. Îro jî ew di mala xwe de hilawêstî hatiyê dîtin. Laşê Hakan Karadag birin nexweşxanê da ku sedema mirina wî bête fam kirin.

Back to top button