Îro 04.06.2010 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li çarçeweya serdana xwe ya Tirkiyê de dê li gel komleya karsazên Tirk TUSIAD bicive.
Li gor daxûyaniya TÜSİAD, Serokê Kurdistanê û şanda li gel dê li navenda giştî ya TÜSİAD ê li gel Umit Boyner Seroka Lîjneya Birêvebiriya TÜSİAD û lîjneya wan civînek li dar bixe.
Hêjayî gotinêye ku dê li vê civînê de pêwendiyên aborî û bazirganiya her du aliyan bête nirxandin û her wiha Aydın Selcen Konsolê Giştî yê Tirkiye li Kurdistanê û birêvebirên Wezareta Derveya Tirkiye jî beşdarî vê civînê bibin.