Cîhan
Papa Francis bertek nîşanî êrîşên ser Hewlêrê da

Rêberê Ruhanî yê Cîhana Katolîk Papa Francis, êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kir û sersaxî ji xizmên sivîlên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, xwest.
Papa Francis di peyama xwe de got: “Têkiliyên baş ên cîrantiyê ne bi van kiryaran, bi diyalog û hevrêziyê dikarin bên avakirin. Ez bang li her kesî dikim, xwe ji gavên ku wê bibe sedema rageşiyê dûr bixin”.