Cîhan

Îranê di sala 2023an de nêzî 800 kesî îdam kir

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Abram Paley ragihand ku Îranê di sala 2023an de nêzî 800 welatiyên xwe îdam kirine. 

Paley di nivîsa xwe ya li ser platforma “X” de ragihand ku “Zilma rejîma Îranê di sala 2023an de bi îdamkirina nêzî 800 hemwelatiyan gihiştiye astek nû” û wiha got: “Piraniya darvekirinan piştî darizandinên neadil û keyfî pêk hatin”.

Paley destnîşan kir ku cezayên îdamê ” li dijî bersûcên ku delîlên qanûnî di derbarê wan de tunene, bi darizandinên sexte tên sepandin”. 

Paley tekez kir ku “Amerîka bi tundî bikaranîna cezayê darvekirinê ji bo parêzvanên mafên mirovan ji aliyê Îranê ve şermezar dike”. 

Abram Paley diyar kir ku ev bidarvekirin di demekê de ye ku Îraniyan kampanyayek ji bo rawestandina bidarvekirina 6 kesên ku bi tometên siyasî û ewlekarî re rû bi rû ne, ku 4 ji wan girtiyên siyasî ji ber ku netewpeparêzên Kurd bûn û 2 ji wan jî di xwepêşandanên sala borî de hatibûn girtin, pêk hatin”. 

 Paley cezayê îdamê şermezar kir û got: “Rejîma Îranê bi sûcên derewîn, îtîrafên bi zorê û darizandinên neadil bêdengkirina dijberên siyasî û yên ku xwepêşandanên aştiyane organîze dikin, didomîne”.

Back to top button