Cîhan

Caggins: Îran naxwaze Herêma Kurdistanê bibe xwediyê hêzek aborî

Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Kolonel Myles Caggins, ji Kurdistan24 re axivî û di derbarê êrîşên Îranê de derbarê mijarê de daxuyanî da.

 Caggins amaje bi wê yekê jî kir, ku êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê yek ji wan karesatên Iraqê ye û got ku Amerîka êrişên mûşekî şermezar dike û giring e Serokwezîrê Iraqê Sûdanî jî êrişên li ser Hewlêrê şermezar bike. 

Myles Caggins, da zanîn ku Amerîka rêzê ji Herêma Kurdistanê re digire û got: “Pirsgirêka herî mezin Îran e ku mûşekên balîstîk li dijî Herêma Kurdistanê bikar tîne”. 

Caggins, amaje bi wê yekê jî kir ku Îran dixwaze peyamekê bigihîne Herêma Kurdistanê ku ew naxwaze li navçeyê Herêma Kurdistanê bibe xwediyê hêzek mezin a aborî û got: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda pê re wê li Davosê Kurdistanê bigihînin astek bilind”. 

Back to top button