Palme Center:Pişgiriya çelakvanên demokrasiyê li Sûrî bikin
Li Swêd Nawenda Olof Palme (Palmecentrets) ji bo pişgiriya şervanên demokrasiyê li Sûrî fondek ya arîkariyê vekir.
Nawenda Palmê di vê derbarê de daxuyaniyek balav kir.
Ev deqê daxuyaniyê ye:
Li Sûrî di van mehên dawî de deriyê xwe ji bo rojnemevanan û dezgehên mafên mirovan yên navnetewî girtin. Agahdariyên ji Sûrî digihin raya giştî ya cîhanê ji çelekvanên di nava Sûrî de tên. Carna jî hinek kesên derdikevin derê Sûrî agahdariyan didin.
Zêdeyî 3000 xwepêşendarên azadixwaz hatine kuştin.Leşker bi tank û topan êrîşê xelkê dike. Bi hezaran hatine girtin di girtgehan de ne. Têne îşkence kirin.
Palmecentrets serokên opozisyonê û çelakvanên demokrasiyê civandin ji bo platformekî hevbeş ava bikin. Hevdîtin dezgehên ji etnîseteyên cuda û grubên olî re û rewşenbîran re pêkanîn. Armanc ewe ku hêza demokrasiyê zedetir bike. Lê pêwistî arîkariya we jî heye.
Hun bixwazin dikarin arîkariyê bi vî awayî bikin: