Pakurd pîrozbahiyê li serokê herêma Kurdistanê dike

 

Bi minasebeta hilbijartina Nêçîrvan Barzanî ji bo serokê herêma Kurdistanê PAKURD daxûyaniyek ragihand û pîrozbahoiya Barzanî dike.

Daxûyanî:

Bo Kurdistaniyên Ezîz,
Siyasetmedarê bi tecrûbe, birêz Nêçirvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar û xebata xwe kiriye. Birêz Nêçirvan Barzanî di warê siyasete navxweyî da wek aktorekî serkeftî û nîştimanperwer derketiye pêş û bi xizmetguzariyên bo xelkê Kurdistanê tê nasîn. Herwiha Birêz Nêçirvan Barzanî di siyaseta dervayî welêt da jî her tim bo berjewendiyên milletê xwe kar kiriye û destê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û di cihanê de bilind û bihêztir kiriye.
Em erka Serokatiya Herêma Kurdistanê li wî pîroz dikin û hêvî dikin ku her serkeftî be.
Em, ji cenabê serokê me ra di hikumraniyê da edaletê, di warê siyasetê da netewperweriyê, di xebatên civakî da serpereştiya pêşkevtinê daxwaz dikin.

Sîdar Halman
Berdevkê Partîyê
Li ser navê Diwana Serhenge ya PAKURDê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: