
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres di nameyekê de pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike û radigihîne, “pêkanîna bilez a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe sedema xurtbûna wan serkeftinên li dijî DAIŞê ku di qadên şer de bidesthatine.”
Antonio Guterres amaje bi ezmûna Nêçîrvan Barzanî dike û diyar dike: “Gumana min tune ye ku zanebûn û ezmûna we ya zêde û serkirdatiya we gelek binirx dibin ji bo çareserkirina wan astengên ku Herêm rûbirûyê wan dibe.”
Guterres dibêje: “Rewşa piştî DAIŞê, derfeteke dîrokî çêkiriye ji bo dubare nûkirina diyalogê bi armanca çareserkirina hemû pirsgirêkên hilawîstî yên li gel Bexdayê di çarçoveya Destûrê de û ji bo bêtir avakirina li ser wan hewlên hevbeş ku piştî pesendkirina yasaya bûdceya federal a sala 2019ê hatine dan.”
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî di nameya xwe de tekezî li ser alîkariya NY bo Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Di demên bihê de Netewên Yekgirtî berdewam dibe li ser çend dosyeyên li Herêma Kurdistanê, li gor erkên Şanderê Netewên Yekgirtî yê li Iraqê.”